“Kesên ji Xweda re şukir dikin kêm bûn”

“Kesên ji Xweda re şukir dikin kêm bûn”

Dapîra Hecî Cemîle destnîşan kir ku sedama hişkesalîyê ya herî mezin bê şikirîya ji Xweda re ye û wiha got: “Digel van teva dîsa Xwedayê mezin li me merhametê dike”.

Li Tirkîye hişkesalîya salên dawî ya herî mezin tê jîyan. Ji ber hişkesalîyê cotkarên deşta Mêrdînê rojên pir zor û zehmet derbas dikin. Lewra ji ber ku baran nabare tov li nav zevîyan di bin axê de man û şîn nehat.

Dapîra Hacî Cemîle Bozkuş ya ku li gundê Meşqoqê (Çağıl) dijî ji nûçegîhanê ÎLKHAyê re peyîvî û îfade kir ku ji ber ku însan şukirkirina ji Xweda re ji bîr kirin Xwedayê mezin jî van musîbetan tîne serê wan.

Dapîra Cemîle destnîşan kir ku ji ber merhameta însanan ji hev re nemaye li ser rûyê erdê merhamet kêm bûye û wiha got: “Şikur pir kêm bûye, êdî kes ji Xwedayê mezin re şikur nake û êdî însan jî, ji hev re merhametê nakin. Di gel van tevan dîsa Xwedayê mezin li me merhametê dike. Xizneyên Xwedayê mezin tije ye, em hevî dikin ku înşallah rehmet dê bibarê û çandin û zîraet dê xelas bibe. Berê însanan ji hev re merhamet dikirin û ji hev fedî û heya dikirin. Niha ne merhamet maye ne jî heya… Berê xebat pir bû xwarin hindik bû, niha zêde xwarinê dixwûn û hindik dixebitin. Di zamanê me de me çandin tev bi destan  dikirin, niha dema bîçer dikeve nav zevî di nava çend saetan de tevî diqedîne û berhev dike. Tiştên me di çend mehan de kom dikirin ew di çend saetan de kom dike. Zemanê berê gundîyan bi çandin, şivanî û ajaldarîyê debara xwe dikirin. Niha tev bûne mamûr û bûne bi meaş. Divê em ji Xweda bê hêvî nebin, înşallah her tişt dê dirust bibe. Tenê em dia dikin ji xwe tenê ji destê me jî dia tê.” (ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.