Kezeb li ser rewşa birayên astengdar ên Sûrî dişewitin

Kezeb li ser rewşa birayên astengdar ên Sûrî dişewitin

Rewşa malbata ku digel 3 jê astengdar tev de 8 zarokên xwe ji bajara Heleba Sûriyê hat Entabêkezeban dişewitîne.

Malbata Hasan Muhammedê ku digel 8 zarokên xwe yên ku 3 ji wan astengdar in ji bajara Heleba Sûriyê hat Entabê  digel temamê şert û mercên neyînî hewil didin  jiyana xwe bidomînin. 3 birayên ku hêj dema ku hatin dinyayê kerr, kor û lal in û her wisa nikarin birêve biçin.

Bav Muhammed diyar kir  3 zarokên wî astengdar in, ji ber bêderfetiyan ew hewil didin di nav şert û mercên neyînî de jiyana xwe bidomînin. Bav Muhammed ji ber rewşa xwe û ya malbata xwe bang li rayedar û xêrxwazan kir û ji wan alîkarî teleb kir.

“Berî bê 5 salan ji ber herba navxweyî ya li Sûrî em mevcbûr man ku werin Entabê”

Bav Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir zarokên wî nedikarin xeber bidin, ne dikarin bibînin ne dikarin bibihîzin û ne jî dikarin birêve biçin. Bav Muhammed dû re wiha pê de çû: “ Berî bê 5 salan ji ber herba navxweyî ya li Sûrî em mevcbûr man ku werin Entabê. Ez hatim Tirkiyê da ku çêtir li wan xwedî derkevim û wan bidim tedawîkirin û him jî bila di derdoreke sihettir de bijîn.”

“Ji ber ku ez di tengasiyê de me  ez mecbûr mam ku zarokên ji mektebê bigrim û wan bidim xebitandin”

Bav Muhammedê ku bo tedawîkirina zarokên xwe alîkarî teleb kir di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ez dixwazin zarokên min bên tedawîkirin û îlacên wan ji wan re bên standin. Ger ji van zarokên min re destekî alîkariyê bê dirêjkirin ew ê baş çêbibe. Ez bi meaşa ku digrim encax heqê av, ceyran û kirê didim. Ji ber ku ez di tengasiyê de me  ez mecbûr mam ku zarokên ji mektebê bigrim û wan bidim xebitandin.”

ÎLKHA














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.