Koalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî Yemen bombebaran kir: 33 mirî

Koalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî Yemen bombebaran kir: 33 mirî

Koalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî li Yemenê bi êrîşî cîyê ku dawet lê hebû kir. Di encama êrîşê de hejmara kesên jiyana xwe winda kir derket 33 kesan.

Hêzên koalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî li bajarê Hacce yê Yemenê êrîşî maleke lê dawet hebû kir. Di encama êrîşa asîmanî de di nav wan de zarok jî henin 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 55 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ji çavkanîyê deverê hatin wergirtin hat îfadekirin ku teyareyên herbê yên kûalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî do li devera Benî Gaysê ji hewa ve êrîşî maleke dawet lê hebû kir. Di encama êrîşê de di nav wan de zarok û bûk jî heye bi temamî 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 55 kes jî birîndar bûn.  

Karbidestên nexweşxaneya Hacca îfade kirin ku rewşa gelek kesên birîndar girane û ji zêdebûna hejmara miriya tirsîn tê kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.