Komel ji betalkirinakonferansa Qudsê re bertek nîşan da

Komel ji betalkirinakonferansa Qudsê re bertek nîşan da

Parlementerê Baxdayê yê Partîya Civaka Îslamê yê Kurdistanê Selîm Şuşkeyîji betalkirina konferansa Qudsê re bertek nîşan da.

Parlementerê Baxdayê yê Partîya Civaka Îslamê yê Kurdistanê Selîm Şuşkeyî  destnîşan kir ji teref alimên Hewlêrê ve hat xwestin bo Qudsê konferansek bê tertîpkirin ku ev konferans ji teref asayîşa Herêma Kurdistana Iraqê ve hat betalkirin.

Şuşkeyî di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir ew ji bo konferansê ji cihên pêwîst destûr wergirtine,lê dema ku du seat ji destpêkirina konferansê re ma rayedarekî ji Ewlehîya Hewlêrê li wan gerîyaye û gotiye destûr nîne ku bername bê tertîpkirin.

“Me bi tertîpkirina konferansê xwest ku nîşan bidin îsraîl ne dostê me ye”

Şuşkeyî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew sedema betalkirina bernamê pirs kirine lê ji wan re bersivek nehatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji me re bes gotin bername hatiye betalkirin. Me bi tertîpkirina konferansê xwest ku nîşan bidin îsraîl ne dostê me ye û nevîyên Selahaddîn Eyyubî li Qudsê xwedî derdikevin. Tu car îsraîl nebûye dostê xelkê Kurdistanê ye. Bila temamê dinyayê bizanibe kesên ku ala îsraîlê dihejînin ne Kurd in û ne Kurdistanî ne. Li gor me Quds paytexta Fîlîstînê û qibleya ewil a Îslamê ye. Quds bes ne paytexta Fîlîstînê ye; Quds paytext û harema temamê Mislimanan e. Divê temamê Milsimanan li Qudsê xwedî derkevin.”

“Rayedarekî PDKê konferansa me asteng kir”

Şuşkeyî diyar kir digel ku ew ji wezaretê bo bernamê destûr wergirtibin jî nasnekirina qerarê ji  teref rayedarekî partîyê ve  pir ecêb e û dû re weha got: “ Wezîrê ku bo bernamê destûr dabûme ji ber ku ne ji Partîya Demokrat a Kurdistanê bû, rayedarekî PDKê konferansa me asteng kir. Ev jî nîşan dide ku li vê derê tu qanûn nû hiqûq tuneye.  Bila temamê dinyayê bizanibe em wê qerara Trump qebûl nakin.”

Şuşkeyî di dawîya axavtina xwe de qala mîtînga HUDA PARê ya ku dê îro bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji ber xizmetên HUDA PARê ya ku bo Îslam û Mislimanan kiriye jê re teşekur dikin û em hêvî dikin ku di xebatên xwe de bi ser kevin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.