Komela Îslamî jî diçe nav hikûmeta koalîsyonê

Komela Îslamî jî diçe nav hikûmeta koalîsyonê

Komela Îslamî jî diçe nav hikûmeta koalîsyonê

Civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê bi dawî bû û di civîneke çapemeniyê de Komela Îslamî ragehand ku ew hizib di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de cîh digirin.

Di civîna çapemeniyê ya hevbeş de Endamê Serkirdayetiya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd diyar kir ku ew beşdarî hikûmeta nû dibin û bi wan wezaretan razî bûne ku gotûbêj li ser hatiye kirin. Mecîd got: ‘’Em li ser bingeha aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê rêkeftine.’‘

Ebdulsitar Mecîd da zanîn ku biryar e hefteya dahatû civînên Parlamentoya Kurdistanê dest pê bikin û wiha axifî: ‘’Ew wezaretên ku bo me hatine destnîşankirin ne li gor daxwaza me bû lê em li ser rêkeftine û pêbendê rêkeftinê ne.’‘

Ji aliyê xwe Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî jî got: ‘’Em kêfxweş bûn ku Komala Îslamî biryar da were nav hikûmetê. Herwiha em dê kêfxweş bibin ku sibe aliyên din jî bighin heman encamê.’‘

Hêjayê gotinê ye Komela Îslamî ya Kurdistanê, Wezareta Kiştûkalî û wezîrê herêmê bo karûbarê jîngehê werdigire.

BasNews (Hewlêr)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.