Kongreya Asayî ya HUDA PARê hat tertîpkirin

Kongreya Asayî ya HUDA PARê hat tertîpkirin

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Rihayê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû hat tertîpkirin.

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Rihayê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû hat tertîpkirin.

Kongre li Salona Konferansê ya Mehmet Akîf Înan hat tertîp kirin û ji teref Celalettîn Kiliç ve bi xwendina Qurana Pîroz hat destpêkirin û bi danîşana sînevîzyonê dewam kir. Di kongreyê de piştî kontrola delegeyan hat kirin diwan hat hilbijartin. Piştî dîwan hat hilbijartin rapora faliyetan hat xwendin.  

Piştî raporên faliyetan hatin xwendin Serokê Bajarê HUDA PARê yê Rihayê Lokman Yalçin xîtabî beşdarvanan kir û îfade kir ku me ji bo em dîsa bernama HUDA PARê ya ku projeya medenîyetê ye bighîne gelê xwe me seferberî îlan kirîye.

“Em partîya dozekê ne divê ev wisa bê zanîn û wisa bê hînkirin”

Yalçin, wiha li axaftina xwe zêde kir û got: “Her roj diçe berpisyariyên me zêde dibin û di heman wextê de barê me jî giran dibe. Bi vê rojê em ketin 5 salên din. Di vê heyama dudan de kesên dengê me bihîstibine emê carekdin herin bal wan. Lewra nebêjin qey her tiştên we got hatin bihîstin û nebêjin qey her tiştên we gotin hatin fêhm kirin. Me dengê gelê xwe da bihîstandin. Lê belê ez zen nakim gelên me bi awakî rast peyama HUDA PARê fêhm kirîye. Ji ber vê yekê me seferberîyek nû îlan kir û emê carek din herin bal însana û vê projeya medenîyetê ya HUDA PARê emê carek din ji wan re bibêjin û em bibêjin ev ne doza partîyekê ye ev partîya dozekê ye. Lazim e em armac û hedefên partîya xwe yek bi yek ji însanan re bibêjin. Lewra însan tiştekî nizanibe ji re neyartîyê dikin. Karbidestekî baş ewe ku dilê welatîyan feth dike. Divê armanca me ew be ku em dilê însanan feth bikin. Em armac û hedefên partiya xwe ya ku projeya medenîyetê ye ji hemû gelên xwe re bibêjin ku em ji bo dinya û axreta wan bibin wesîleya xelasîyê. Ev jî ji bo me şerefek mezin e. Lewra mijara me ne mijara partîyekê ye, partîya me partîya dozekê ye. Divê ev wisa bê zanîn û wisa bê fêhmkirin. Heger em eşq û îxlasa xwe wenda nekin ez bawer dikim ku Xwedayê mezin wê me di 5 salê pêşîya me de muwafaq bike.”

“Îhtîyaca gel bi HUDA PARê, îhtîyaca HUDA PARê ji bi piştgirîya vî gelî heye”

Yalçin, destnîşan kir ku di serîde alema Îaslamê û alema însanîyetî di pêvajoyek zor û zehmet de derbas dibe û got: “Mefhûma heq û edaletê bin pî bû. Têgiha şefqet û merhametê ji nava însanan rabû. Dinyaperestî û bêmenewîyat derket asta herî bilind. Bertîl, rişwet û derqanûnî bûne tiştên ji rêzê, quştin rehet bûye û jîyana dinyayê bi ya axretê tê tercîhkirin. Em di rojên qîmetê peymanên tên dayîn nemaye de dijîn. Em wek civakê, me berê xwe ji jîyanê guherî û me îstîqameta xwe wenda kir. Edaleta divê em ji bo tu tiştekî feda nekin me ji bo berjewendîya xwe ya sîyasî feda kir. Di encama van teva de civak xera bû û em jî wek civakê her roj diçe em wenda dikin û ev wendakirina me jî dewam dike. Divê em ji bo şîara berya her tiştî însan û berya hertiştî edaletê tesîs bikin bixebitin û ev jî deynê stûyê me be. Ya emê tevde hebin û tevde bijîn an jî emê bi hev re têkve herin. Ji ber vê yekê HUDA PAR ji bo em têkve neçin micade dike. Îhtîyaca vî gelî bi HUDA PARê, îhtîyaca HUDA PARê ji bi piştgirîya vî gelî heye”.     

Piştî axaftinan, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû di serî de operasyona Efrînê ya bi navê ‘Çiqlê Zeytûnê’, mexdûrên 28ê Sibatê, derbarê rojevê û di gelek mijaran de daxuyanîyên girîng da. Yapicioglû, îfade kir ku ez hêvî dikim kongreya bajarê Rihayê di serî de ji bo Riha û alema Îslamê bibe wesîla xêran.

Piştî axaftina Yapicioglû derbasî kongreyê hat kirin. Di kongreyê de Serok Bajarê berê Lokman Yalçi bawerî nû kir û ji nû ve bû serok bajarê HUDA PARê yê Rihayê. Kongre bi kişandina wêneyan bi dawî bû.

ÎLKHA



























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.