Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PAR dest pê kir

Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PAR dest pê kir

ENQERE - Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê li Enqerê tê tertîpkirin dest pê kir.

Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê  li Enqerê tê tertîpkirin dest pê kir. 976 delege beşdarî vê kongeraya ku dest pê kiriye bûn.Bi hezaran kes di wextên şeveqê de hatin cihê kongreyê ya  ku lê dihat tertîpkirin û cihê xwe li salonê girtin.

“Ji bona Hizûrê Edalet û ji bona Edaletê jî HUDA PAR”

Li salona werzîşê ya ku kongrê lê tê tertîpkirin hat dîtin ku salon bi alên zer, kesk û spî hatine xemilandin.Li salonê her wiha hat dîtin  pankartên cûrbecûr hatine daleqandin ku li ser van nivîsên mîna ‘ Ji bona Hizûrê Edalet û ji bona Edaletê jî HUDA PAR’, ‘Doza me Azadî, Edalet Biratî û Aştî ye’, ‘Heviya Gelan HUDA PAR’

Di destpêka kongreyê de bi Kurdî, Erebî û Tirkî marş hatin bilevkirin.Gelek rîspî, temsîlkarên STKyan û partiyî beşdarî kongreyê bûn.Li salonê hat dîtin ku ji bona pîrekan ciheke cuda hatiye veqetandin.Dema ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu têkete salonê beşdarvanên li salonê bi hatine Yapicoglu kêfxweş bûn.Yapicioglu digel têketina xwe ya salonê slavên xwe ji kesên ku beşdarî kongreyê bûne re pêşkêş kir.

Ji nava welêt û derveyê welêt gelek mêvan beşdarî kongreyê bûn.Navên mêvanên ku  beşdarî kongreyê bûne bi vî awayî hatin ragihandin: “Ji Komalaya Îslamî  Ehmed Cemal,  Ji Partiya Demokrata Kurdistan Dr. Xelîl Amedî, ji AK Partiyê Burhanettîn Uysal, Ekrem Çelebî Fazli Taşkan, ji Hak Parê Osman Sezgîn, Ehmet Kanî û Omer Mîranî û her wiha ji BBPê jî Unsal Karabulut.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.