Kralê rejîma Siûd li dijî Îranê banga civînê kir

Kralê rejîma Siûd li dijî Îranê banga civînê kir

Selman bîn Abdulazîzê Kralê rejîma Siûd li dijî Îranê banga civîna welatên Ereban kir.

Hat ragihandin Selman bîn Abdulazîzê Kralê rejîma Siûd li dijî Îranê di 25emîn roja remezanê de banga civîna welatên Ereban kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê rejîma Siûd ve hat belavkirin,  Kral Selman ji bo îstîşareyê banga civînê li Konseya Hevkarîya Ereban û Yekîtîya Ereban kiriye.

Kral Selmanê ku îddîa dike li wan avên bejayî yên herêmî “ Husîyên ku Îranê destek dide wan êrîlî keştîyên ticaretê yên Mirnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban kirine”  ku ev yek tesîreke neyînî li ser bihaya nefta kurewî dike.

Mirnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê beşdarî van civîna bibin û ji ber banga civînê ya ku hatiye kirin ew kêfxweş in.

Ji alîyekî ve ev bûyer û geşedan pêk tên ji alîyê din ve jî  Amerîkayê ku di navbera wî û Îranê de rageşî her ku diçe zêde dibe pêwendîyên xwe yên bi wan welatên kendavê re baştir dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.