Kulîlka berfa sibatê: Malcolm X

Kulîlka berfa sibatê: Malcolm X

Malcom X’ê ji şehîdên meha sibatê di 54emîn salvegera şehîdiya xwe de bi rehmet tê yadkirin.

Malcom Xê ku digot ‘Nijadperestî ne fikreke îdeolojîk e, berewajî nexweşiyeke psîkolojîk e’ li Emrîkayê li dijî nijadperestiyê mucadele da destpêkirin û ji bo li Emrîkayê Îslam rast bê fêmkirin  bû pêşeng. Malcom Xê ku di mucadeleya li dijî nijadperestiyê de bû pêşeng di 21ê Sibata sala 1965an de di dema ku konferansek dida de hat şehîdkirin.

 Malcom Xê ku ji ber sûcê diziyê ketibû girtîgehê wek Mislimanekî nijajperestê reşikan derket û  dema ku ji bo hecê çû Erebîstanê  dît ku nijadperestî û Îslam  li hev nayên. Piştî vê têgiheştinê Malcom X hewil da peyama gerdûnî ya Îslamê belav bike.

Malcom Xê ku navê wî ya rastî Malcolm Lîttle ye di sala 1925an de hat dinyayê û bavê wî keşeyekî bi navê Ear Lîttle bû. Malcolm X di heyameke ku li Emrîka li dijî reşikan êrîşên nijadperest zêde bûn de hatibû dinyayê ku dema ew 5 salî bû ji van êrîşan êrîşek li mala wan hat kirin. Di encama êrîşê de mala wan hat şewitandin, bavê wî hat qetilkirin. Piştî bûyerên ku qewimîn re diya wî qail avêt û wê li nexweşxaneya dînan razandin. Piştî vê heyamê Malcolm X dan êtîmxanê. Malcolm Xê ku li êtîmxanê dest bi perwerdehiyê kir di 15 saliya xwe de dev ji mektebê berda û  çû bajêra New Yorkê. Malcolm Xê ku li Harlemê tevlî karên dizî û firotina tiryakê bûbû di sala 1946an de  ji sûcê dizîtiyê hat girtin.

Malcolm X li girtîgehê hareketa Milleta Îslam(Nation of Islam) a ku nijada reşikan diparast nas kir û li wê derê bû Misliman. Di sala 1952an de ji girtîgehê derket û lîderê vê hereketê Elijah Muhammed nas kir. Bi vê naskirinê Malcolm X dest bi jiyaneke nû kir. Malcolm X di nava vê hareketê de  bi şikleke çalak xebitî û di nava rêxistinê de bû ji wan navên ku herî zêde tên naskirin ku ji ber vê yekê FBI dest teqîbkirina wî kir.

Malcolm Xê ku di temamê heyata xwe de zen dikir Xiristiyanî dînê spiyan û dînê Îslamê jî tenê ya reşikan e  her tim reşikan serdest qebûl dikir û veqetîna reşik û spiyan mudafa dikir. Malcolmê ku bi vê baweriyê dixebitî  ji bo ku wek xizmetkarê bênav a doza xwe bê naskirin dest bi bikaranîna paşnavê Xê kir. Nêzî 12 salan konferansên cûrbecûr da.

Malcolm X di bergeha xebatên ku navenda wan mizgeft bûn de ji vekirina mizgeftên nû re bû pêşeng û bi wan wazên ku da, bû wesîle ku gelek reşik tevlî vê tevgerê bibin.

 Peyder pey ji ber fikrên xwe kêfa Elîjah Muhammed jê re nehat. Ji ber vê yekê Malcolm X piştî demekê ji tevgera Ummeta Îslamê veqetiya û rêxistineke bi navê Mizgefta Misliman saz kir. Dû re jî pêwendiyên xwe yên bi welatên Efrîkayê re xurt kir û rêxistineke ne dînî ya bi navê Yekîtiya Afro-Emrîka damizrand.

Malcolm Xê ku di meha nîsana heman salê de ji bo hecê çû Erebîstanê dît ku reşik, spî û her însanên ji qewmên din li ba Xweda wek hev in û ev tev de ji Xweda re evditiyê dikin û serdestiya rastî ya di Îslamê de bi teqwayê ye. Malcolm piştî ku vê yekê fêhm kir re dev ji fikrên xwe berê berda.

Malcolm X di debrarê vê yekê de hest û ramanên xwe di nameyekê de ji hevalekî xwe yê li Emrîkayê re wisa anî zimên: “Ev heca ku min  li bajarên herî muqeddes kiriye ji bo min bû tecrubeyeke taybet. Her wiha bû wesîleya lutfên ku min qet hêviya wan nedikir û nedihatin xewn û xeyalên min.”

Malcolm X di nameyê de diyar dikir piştî ku wî Mekkê ziyaret kiriye rêya xwe ya şexsî a ruhanî û girîngiya Îslamê çêtir derk kiriye. Dûvre wiha destnîşan kiribû: “Di alema Mislimanan de kî Îslamê qebûl bike û eleqeya xwe ji sipîbûn an jî reşbûnê bibire bes wek însan tê naskirin. Lewra li vir însan bawerî anîne ku Xweda yek e û însan jî yek in. Hemî mensûbê malbatekî ne…

Li vir ji her rengê û ji her derê dinê însan hene. Di rojên ku min li Mekkê derbas kiriye de (Cîdde, Mîna û Muzdelîfe) dema ku min hewl dida da ku ez rêbaz û qaîdeyên Hecê fêm bikim min bi rêvebirên din re di heman qabê de xwar û vexwar. Ez li ser heman xaliyê bi wan re razam. Bi birayên xwe yên sipî yên ku çavên wan herî şîn û porên wan herî zer bûn re… Min karî li nav çavên wan ên şîn mêze kir. Min dît ku wan min wekê xwe didîtin. Lewra baweriya wan a bi Xweda ‘sipîtayiyê’ ji hişê wan derxistibû. Ev yek jî helwesta wan a li dijî însanên din diguherand. Baweriya wan a li ‘tewhîdê’ wan ji Emrîkayiyan diqetand. Rengê wan, axavtina wan a bi min re nediguhert. Baweriya wan a li tewhîdê û hesibandina wan a wek ku hemî însan wek hev in dibe sedema dîtina wekê bira ên kesên ku sipî ninin.”

Malcolm X, piştî ku ji Hecê vedigere navê xwe wek el-Hac Malîk el-Şahbaz diguherîne û li DYEyê beşdarê civînên ku ji teref Mizgefta Mislimanan û Rêxistina Yekitiya Afro-Amerîkanê dibe. Li vir qala Îslamê dike û bal dikêşe ser mijara ku Misliman li dijî nîjadperestiyê ne.

Malcolm X, diyar kir ji ber ku wî berê tiştên xelet gotiye efû dixwaze û nîjadperestiyê red kir û parastina mafên însanên reşik domand. Lê helwest û xebata Malcolm X ên nû rêxistina nîjadperest a kevin a hereketa “Umeta Îslamê” aciz dikir. Malcolm X, êdî dihat tehdîtkirin. Êrîşa bombeyî li wesayîta Malcolm X hat kirin. Ew ji vê êrîşê bê zerar xelas bû. Piştî demekî dirêj mala wî hat şewitandin. Dûvre derket holê ku rêvebirên payebilind ên vê hereketê têkiliya wan bi FBIyê re heye. Hereketa “Umeta Îslamê” ji xeynî êrîşên xwe ji bo ku mana Malcolm X a li New Yorkê were betalkirin dozekî vekir.

Malcolm X, digel hemî tehdîdan xebatên xwe bê navber domand û ji aliêyê mafên însanan ve DYEyê rexne kir. FBI, îxbara sûîqasta ku dê li Malcolm X were kirin bihîst. Lê digel vê yekê tu tiştekî nekir.

Malcolm X, di 21ê Sibata 1965an de dema ku di konferansa li Salona Audubona li Manhattanê de diaxiviya êrîşa çekdarî lê hat kirin. Di encama êrîşa ku 21 gule îsabetê wî kir de Malcolm X hat şehîdkirin.

Malcolm X di axavtinên xwe de her tim wiha diyar dikir:

"Demokrasî durûtî ye;

Demokrasî durûtî ye.

Heke demokrasî azadî ye çima însanên me azad nînin.

Heke demokrasî edalet e çima ji me re edalet tune.

Heke demokrasî wekhevî ye çima em wekê hev nînin.

Malcolm X bi gotina xwe ya "Demokrasî durûtî ye” çendîn sal berê aniye ziman ku ev yek dide nîşandan ku DYE û mitefikên wê yên Xerbê di bin gotina demokrasiyê de çawa erdnîgarên Îslamê îşqal dikin û xwîna Mislimanan dirêjin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler