“Kurd di noqtekî wisa de ne ku hemî hesab li ser wan tên dîtin”

“Kurd di noqtekî wisa de ne ku hemî hesab li ser wan tên dîtin”

TRABZON - Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn bi nûberên STKyan ên ku li Trabzonê karûbarên xwe bi rêve dibin re hevdîtin kir.

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn çû bajarê Trabzonê û li wir bi nûberên STKyan ên ku li Trabzonê karûbarên xwe bi rêve dibin re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên ku diqewimin û pirsgirêkên di pêvajoya bêpevçûniyê de hatin axavtin û bal hat kişandin ku çewtiyên stratejîk tên kirin.

Şahîn destnîşan kir pêwîst e ku Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka PKK nedin berhev û her wiha diyar kir ku hikûmet di derbarê vî mijarê de stratejîkekê çewt didomîne. Dûvre Şahîn axavtina xwe wiha domand: “PKK wek nûnerê Kurdan hat hesibandin. Hewl dan pêvajoyê bi PKKê re domandin û ji bo ku pêvajo zirer nebîne herêmê teslîmê PKKê kirin. PKK di vî pêvajoyê de çi kir hikûmet dengê  xwe jê re dernexistin. PKK ji aliyekê ve piştgiriya DYEyê (ABD) ji aliyekê ve jî piştgiriya Ûris distîne. Em qala rêxistina ku ji qutbên ji hev cûda difikirin dikin. Dema ku herkes sitranên aşitiyê disitrand me wiha digot; ‘Heke hûn wiha bidomînin dê PKK gavên wisa biavêje ku hûn li hemberê vî yekê de zimanên xwe daqûrçînin.’ Wekê ku tê dîtin mixabin tiştên ku me salekî berê got pêk hatin. Diviyabû ku hikûmet vî yekê bidîtibaya. Ev mijar bes ew nînin ku PKK dev ji çekan berde. Ji bo ku ev mijar were çareserkirin divê ku PKK dev ji çekan berde lê we dikariya ku vî mijarê ji du aliyan ve çareser bikiriba. Dê we wek mixatab saziyên Îslamî bihesibana.”

 “Kurd di noqtekî wisa de ne ku hemî hesab li ser Kurdan tên dîtin”

Şahîn diyar kir ku ev hêzên Xerbî li ser Kurdan hesabên mezin dikin. Her wiha Şahîn belav kir ku Kurd li herêmê wezîfa miftehê dibînin. Heke gavên baş neyên avêtin dê di dawiya pêvajoyê de pirsgirêkên mezin derkevin. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pirsgirêka ku navend PKKye mezintir dibe. Pirsgirêk bes pirsgirêka esasê nînin. Pirsgirêk di heman wextê de pirsgirêka isûl û rêbazê ye. Dibe ku li ser navê çareseriyê armanc û viyanan biavêjin holê. Divê ku ev hebe. Heke hûn li ser navên armanc û viyanan çareseriyê dernexin holê ev mijar dê li herêmê bi şiklekî were bibîne. Kurd di noqtekî wisa de ne ku hemî hesab li ser Kurdan tên dîtin. Kurd di sêguşeya Îran, Tirkiye û Ereban de. Ji ber vî yekê Kurd wekê enextar e.” (ÎLKHA)

 






 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.