"Kurd ne kirêdar û penaber in”

"Kurd ne kirêdar û penaber in”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu nexşeya rê ya partîya xwe ya derbarê çareserîya “Meseleya Kurd” di civîna daxuyanîya çapemenîyêde bi raya giştî re parve kir.

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir pêwîst e “Meseleya Kurd” di çarçoveyeke adil de bê çareserkirin, Kurd ne kirêdar û penaber in, Kurd xwedîyê vî welatî û ji wan xelkên ku vê dewletê damezrandin e.

 “Kurd ne kirêdar û penaber in”

Yapicioglu di axavtina xwe de diyar kir Kurd berî ku Tirk werin Antolîyê bi hezaran salan li ser van axan dijîyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digelhevîya Kurdan a bi birayên xwe yên Tirk re di dîrokê de guhartin kiriye. Digelhevîya di 1071an de derîyênfetha Anatolîyê vekir. Digelhevîya di sala 1514an de  rê li ber yekîtîya qewmên din ên Îslamî vekir. Yekîtîya di sala 1915an de  derîyên Bogaza Çanakkale û derîyên Anatolîyê li emperyalîstên Xerbî girt. Kurd ne kirêdar û penaber in, xwedîyê vî welatî û ji wan xelkên ku vê dewletê damezrandin e. Kurdên ku bi seda salan digel qewmên Misliman re pêkve jiyane, piştî ku fikra dewleta neteweyî derketîye rewacê wek problemekê hatine dîtin, û ji ber vê yekê nasname û hebûna wan hatiye înkarkirin. Dû re digel ku hebûna wan hatibe qebûlkirin û serî li rêyên çareserîyê hatibe dayîn jî ji ber ku şêwazên dirist nehatine bikaranîn, naveke rast li mişkîlê nehat dayîn mesele kûrtir û xirabtir bûye û bûye meseleyeke navneteweyî û di encamê de meselê tevlîhev û xirabtir bûye. Di encama ceribandinên neserkeftî de divîyabû şêwaz û helwest bê sererastkirin, lê belê ji bû hebûna problemê hat înkarkirin û hat îddîakirin ku tiştên pêwîst temam hatine kirin û çarserîyê hatiye bidestxistin. Mesele xelas nebûye û berdewam dike. Problem a me temaman e û divê miheqqeq bê çareserkirin.

“Divê zimanê Kurdî bibe zimanê ferm”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir çareserîya meseleya Kurdan mesûlîyeteke ku bawerîya me li ser milê me kiriye ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyê yên ku lê Kurd dijîn problema heyî li hember hev bi kar neyênin û hisaba vê yekê nekin; divê ji bi çareserîya wê ji hev re bibin alîkar. Divê zextên li ser ziman bi dawî bibin. Divê ji hemû kesan re heqê perwerdehîya bi zimanê zikmakî bê dayîn û rê bê vekirin da ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

ÎLKHA














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.