Kurdên Qirgizistanê dibin pêşmerge

Kurdên Qirgizistanê dibin pêşmerge

Serokê Komeleya Kurdên Qazakistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm got: “Em piştgiriya hemû kar, çalakî û hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê dikin.”

Kurdên Asyaya Navîn, di civînekê de piştgiriya xwe bo Kurdistanê nîşan dan. Kurdên Qirgizistanê jî, ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek şandin û gotin; “em amade ne bibin pêşmerge.”

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê ji Parlamentoya Kurdistanê xwest rojekê diyar bikin ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, kurdên Qazakistan, Qirgizistan û Ozbekistanê, piştgiriyek ji her caran zêdetir dan vê helwesta Kurdistanê.

Serokê Komeleya Kurdên Qazakistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm got: “Em piştgiriya  hemû kar, çalakî û hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê dikin.”

Kinyazê Îbrahîm ku akademîsyenekî navdar ê kurd e, herwiha got, ew wekû kurdên Qazakistan û Asyaya Navîn hêvîdarin ew banga Barzanî, hemû xewnên kurdan ên sedalan bike rastî.

Kinyazê Îbrahîm, derbarê Kurdistanîbûna Kerkûkê de jî wiha axaft: “Kerkûk dilê Kurdistanê ye û her çi qas li dijî vê tişt bên gotin jî, ev rastî nayê veşartin. Rast e, em li vê derê ne, lê belê dilê me ji bo serxwebûna Kurdisanê lê dide.”

Ji aliyê din jî kurdên Qirgizistanê nameyeke piştgiriyê bo Barzanî şandin. Serokê Civaka Kurdên Qirgizistanê Şêx Remezanê Seyd (Remezan Seydov) nameyekî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şand û piştevaniya kurdên vî welayî nîşan da.

Di beşekî nameyê de wiha gotin: “Li ser navê bi hezaran kurdên Qirgizistanê em dibêjin, em amade ne bên tevlî refên pêşmergeyan bibin û axa Kurdistanê biparêzin. Em amade ne, ji bo welatê bav û kalan li dijî terorîstan, li gel pêşmergeyan şerê bikin.

Di wê nameya dirêj de piştgiriya xwe bi van gotinan domandin: “Em di wê baweriyê de ne ku pêşmergeyên me rê nadin terorîstan û dagirkeran ku gaveke bêne pêş ber bi axa kurdan a pîroz. Em wekû kurdên Qirgizistanê di bin emrê we de ne û divê cenabê we bizanibe em her demî amade ne têkiliyê li gel hêzên pêşmergeyan bikin.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Wirya Qerdaxî ku xelkê Başurê Kurdistanê ye, derbarê serxwebûna Kurdistanê de wiha got: “Serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe. Pêwîst e kurd bi awayekî aştiyane daxwaziya serxwebûnê bikin. Ev mijarekê gelek girîng e bo kurdan. Eger kurd vê fersendê bikar neînin, dê ji derfeteke mezin bêpar bimînin.”

Wirya Qeredaxî, demekê li Efrîqaya Başûr, nûnerê NYê bû û carekê serdana Nelson Mandela kiribû. Mandela ji wî re gotibû; “hûn dê rojekê dewleta kurdî bibînin.”

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.