“Lazim e Misilman li hember zilmê bibin yek wicûd”

“Lazim e Misilman li hember zilmê bibin yek wicûd”

Gelê Êlihê yê ku derbarê wehşeta li Araqanê tê kirin de ji ÎLKHAyê re peyîvî destnîşan kir ‘Pêwist e li hember şîddeta ku li Mislimanan tê kirin em dengê xwe bilind bikin’faliyetên alîkariyê yên Weqfa Yetîman jî tebrîk kir.

Mislimanên (Rohîngya) Araqanî yên ku marûzî êrîşên hovane yên çeteyên Bûdîst û artêşa Dewleta Miyanmarê (Bûrma)  mane êş û jana wan bi dawî nabe. 

Êlihî derbarê wehşeta ku li Mislimanên Araqanê tê kirin û derbarê falîyetên Weqfa Alîkarî û Perwerdehîyê ya ji bo Yetîm, Bêkes û Sêwîyan (Weqfa Yetîman) de ji ÎLKHAyê re peyîvîn.

Gelê Êlihê ji  zilm û tundîya dewleta Bûdîst ya Myanmarê ya ku li Mislimanên Araqanî tên kirin re tepkî û bertek nîşan da û destnîşan kir ku divê alema Îslamê li hember vê wehşetê derkeve û vê zilmê bidin sekinandin. Li hêla din gel faliyetên Weqfa Yetîman yên ku ji bo Mislimanê Araqanî tên kirin tebrîk kirin.   

Em wek ÎLKHAyê ji gel pirsên mîna “ Zilma li Mislimanên Arakanî tê kirin haya we jê heye? Ji bo xelkê Araqanê lazim e çi tişt bên kirin? Em dikarin çi bikin? Bangewazîyea we ji hikumet û serokên dewletên Îslamê çiye? Qampanyaya Weqfa Yetîman ya ji bo Mislimanên Araqanî heye, we seh kiriye?  

“Em ji bê dengiya dinyayê mehzûn dibin

Serokê Komeleya Tekstîlvan û Konfeksiyonan ê Êlihê Orhan Bozkûrt îfade kir ku pêwist e bi Serokên Mislimanên dinyayê re, serokên ne Misliman jî li hember vê wehşetê derkevin û li axaftina xwe wûsa zêde kir: “ Li gor em di çepemenîyê de dibînînin li Araqanê qetlîamek mezin heye. Bê dengîya dinyayê ya li hember van komkujîyan destê me girê dide. Pêwist e em li hember van zilman  dengê xwe derxin? Ji bo gelê Araqanê lazim e bi taybet bi rêyên dîplomatîk serokên dinyayê, serokê dewletên Îslamê û heta dewletên ne Misliman jî ango temamê kesê xwedî wîjdan divê ji vê mijarêre bi hîs bin. Çi Misliman çi jî ne Misliman divê temamê dinyayê, kesê bi wîjdan li hember vê zilm û komkujî û miamelaya ne însanî derkeve. Tenê tepkî û bertekên Mislimanan ne bes e, lewra li wir wahşet heye. Wehşet û qatlîamên li wir tên kirin di tu dînî de, di tu olî de tuneye. ji bo Mislimanên Araqanî hin xebatên alîkariyê hene. înşallah wê hê zêde bibe.”  

“Lazim e lîderên Mislimanan vê wehşetê bidin sekinandin”

Suleyman Akdaş, destnîşan kir kû ji ber bê dengîya Mislimanan, li Araqanê wahşet tê kirin û axaftina xwe weha domand: “Ber sûcdarên bûyerên ku li Araqanê diqewimin temamê Mislimanan e. Sedemê van zilman, li hev xwedîdernektina Mislimanan e. Ji ber Misliman li hev guhdarî nakin ev zilm tên kirin. Li gor ez di çepemenîyê de dibînim Mislimanên Araqanî pir zilmê dibînin. Wekî din tiştekî nizanim. Dewletên Îslamê li pey dewlemendîyê ne. Tenê kar û îşê wan dagirtina berîkê wan e. Wekî din tiştek tuneye. Bangewaziya min li serokên Misliman ev e, bila vê zilmê bidin sekinandin.   

“Bila Misliman bibin yek û bibin hêzekî mezin û bi quwwet

Halît Oğûz jî hêst û ramanên xwe anî ziman û xwest ji bo zilmên li Mislimanan tê kirin bisekine, Misliman bibin yek û li axaftina xwe wûsa zêde kir: “Mislimanên Araqanî zilmê dibînin. Em kesê zilmê dikin şermezar dikin. Êdî dema yekîtî û wehdeta Mislimanan hatiye. Bila Misliman bibin yek û bibin hêzekî mezin û bi quwwet. Ji ber em medyayê dişopînîn em ji van bûyeran haydar in.  Pêwist e temamê Mislimanan bibin yek. Çi maddi çi jî manewî em amade ne. Alîkariyên Weqfa Yetîman jî em wek erênî dibînin.”  

“Divê em Misliman bibin wicûdek û digel hevbin”

Arap Çoban, ji dîyar kir ku ne Misliman, ji bêdengîya Mislimanan qewetê digre û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Zilma li Araqanê tê kirin em ji medyayê taqîb dikin. Li hember vê zilmê temamê dinyayê bê deng dimîne. Pêwist e em li dijî vê zilmê wek Misliman bibin yek. Ji ber bêdengîya Mislimanan, kafir û ne Misliman qewetê digrin. Bangaweziya min li Mislimanan ev e, werin em bibin yek û li gel hevbin. Belê me qampanyaya Weqfa Wetîman ya ji bo Araqanê bihîstîye. Li giştîyê Tirkiyê qampanyayên alîkariyê tên destpêkirin. Bangewaziya me li temamê dewletên Îslamê heye. Xwedayê Teala vê bê dengîyê ji me qebûl nake. Lazim e em li hember vê zilmê bibin wicûdek.  Bangewazîya me li temamê Mislimanan ev e; pêwist e em bibin yek, an jî ev zilma dê bi vî rengî dewam bike.” (ÎLKHA)        


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.