Lêkolîna li konsulxaneya Siûdî bi dawî bû

Lêkolîna li konsulxaneya Siûdî bi dawî bû

Koma lêkolîna hevpar arayedarên Tirkîyê û Siûdî, tehqîqeta li konsulxaneya Siûdî ya li Stenbolê bi dawî kir.

Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku têkete Konsulxaneya Stenbolê ya Siûdî nema jê xeber hat girtin. Piştî ku xeber nema jê hat girtin de derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpêkrin û Tirkîye daxwaza lêgerîn û lêkolîna li konsuşxaneyê ji Siûd kir.

Dih êvarî derdora seat 19.20an de rayedar bi lêkolînê derbasî konsuşxaneyê bûn û nêzî 9 seatan di konsulxaneyê de lêkolîn û tehqîqat kirin.Di lêkolînan de “ronahîya şîn” û kuçikên ku pozên wan hesas in hatinn bikaranîn. Yekîneyan piştî lêkolînên ku kirin re nimûyên ku li konsulxanê berhev kirin li 2 kamyonetan bar kirin. Ew ê nimûne ji teref ekîbên pîspor ve bên lêkolînkirin

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.