Lêpirsîna PKKê ya nexweşxaneyên dewletê dirêjî 6-7ê cotmehê bû

Lêpirsîna PKKê ya nexweşxaneyên dewletê dirêjî 6-7ê cotmehê bû

DİYARBEKİR - Her weke ku tê zanîn kesên PKK/HDPyî di 6-7ê cotmeha 2014an de însanên mezlûm qetilkiribûn û bajêran wêran kiribûn û her wiha ew kesên ku van kiryaran kiribûn hema piştî bûyeran bi belgeyan derketibûn holê ku di nexweşxaneyên dewletê de hatin

Her weke ku tê zanîn bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş  kesên PKK/HDPyî di 6-7ê cotmeha 2014an de însanên mezlûm qetilkirin û bajêran wêran kirin û her wiha ew kesên ku van kiryaran kiribûn hema piştî bûyeran  bi belgeyan derketibû holê ku  di nexweşxaneyên dewletê de hatine tedawîkirin û ev belge di çepemeniyê nivîskî û dîmenî de jî hatibûn weşandin. Digel ev qas heqîqetên ku  derketibûn holê piştî du salan mifettîşên ku hatibûn wezîfedar kirin  hêj nû derbarê îddîayên ku  ÎLKHAyê anîbûn rojevê de  lêpirsîn vekirin.

Her weke ku tê zanîn ÎLKHA berî niha îhmalên ku li nexweşxaneyên zanîngehê û kamûyê de hatibûn jiyan anîbû rojevê  û bi belgeyan nîşan kiribû ku ev nexweşxane bi temametî ji kesên PKKyî re xizmetê dikin.  Lê her çi qas ÎLKHA van îddîayan anîbe rojevê jî ev îddîa wek danezana sûcê nehatin qebûlkirin  û di derbarê kesên berpirsiyar de lêpirsîn û tehqîqet nehat vekirin; an jî  lêpirsînên ku hatin vekirin ji teref hinek kesan ve hatin astengkirin. Îro raya giştî ya Tirkiyê dipirse çima heta niha di derbarê van bêretî û sûîstîmalên ku hatine kirin de lêpirsîn nehatiye vekirin, lewra 2 sal ji ser van bûyeran re derbas bû.

Di 6-7ê cotmehê de Nexweşxaneya Dewletê  ji PKKyiyan re xizmet kir

Piştî bûyeran di belgeyên ku ji teref ÎLKHAyê ve hatibûn weşandin de hatibû diyarkirin kesên birîndar ên PKK/PYDyî  bi şikleke bêusûl qeydên wan li nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeya Gazî Yaşargîla Diyarbekirê hatiye kirin û  li wê derê hatine tedawîkirin. Di belgeyan de  hatibû dîtin  kesê PKKyî yê bi navê Abdullah Kobanî  yê birîndar di sîstemê de bi nimreya 364513 û  dîsa kesê PKKyî Aram Adem jî bi nimreya 364510 bi navê jinikan wek nexweşên pîrek hatibû nîşandan.Di heman  xeberê de bi vî awayî bi dehan mînak hatibûn dayîn û hatibû diyarkirin PKKyiyên wek Abdullah Kobanî û Aram Adem an bi navê sexte an jî bêyî qeydkirinê li nexweşxanê hatine tedawîkirin.http://www.ilkha.com/haber/321/Diyarbakirda-Devlet-hastaneleri-PKK-nin-elinde-mi#

Her wiha dîsa di çapemeniyê de hatibû dîtin gelek kesên Êzîdî û Kobaniyî yên ku tevlî bûyerên 6-7ê cotmehê bûbûn û di bûyeran de birîndar bûbûn  bi şikleke li dijî usûlê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeya Gazî Yaşargîla Diyarbekirê  hatibûn tedawîkirin. Heta hatibû îddîakirin ku beşeke vê nexweşxanê(Serwîsa ortopediyê) ji bona tedawîkirina van kesan hatiye tesîskirin. http://www.ilkehaberajansi.com.tr/haber/multecilerin-saldirilarda-kullanildigi-belgelendi.html

Di xeberê de her wiha hatibû diyarkirin  Sekreterê Giştî yê Yekîtiyên Nexweşxaneyên Kamûyê Murat Kanig û Arîkarê Midûrê Nexweşxanê Îhsan Eken wê şeva bûyeran hatine nexweşxanê û heta şeveqê ew bi xwe bi kesên PKKyî yên ku birîndar bûne re eleqedar bûne.

Çima ji bona lêpirsînê heta niha hat sekinîn

Piştî îddîayan Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamûyê Murat Kanig  ji ÎLKHAyê re axivîbû û qebûl kiribû ku ew wê şevê li nexweşxanê bû  û anîbû ziman ku ew ji bona ku lêpirsîn bê vekirin wan îddîayan ji Serdozgeriya Komarê re ragihandiye.Lê di derbarê lêpirsîna ku qala wê tê kirin de qet daxuyanî nehatibû dayîn ka lêpirsîn hatiye vekirin an na û heger lêpirsîn hatibe vekirin encam çibûye qet daxuyanî ji raya giştî re nehatibû dayîn.A niha tiştê ku tê meraqkirin  heger wê rojê lêpirsîn hatibe vekirin çima heta niha li ser vê yekê de nehat çûyîn  û kesên ku berpirsîyar bûn çima nehatin  darizandin. http://www.ilkha.com/haber/2325/diyarbakir-khb-genel-sekreterliginden-iddialarla-ilgili-aciklama

Qeyd ji sîstemê hatine paqijkirin

Her çiqas Kagni bibêje ew ji bona lêpirsîn bê vekirin serîlêdan kirine jî derket holê ku di vekolînên ku piştî du salan ji teref mifettîşan ve di derbarê mijarê de hatine kirin de belgeyên ku qala wan tên kirin ji sîstema nexweşxanê hatine paqijkirin.

Gelek nexweşxaneyên ku li bajêr in weke ku di bin emrê PKKê de ne tên îdarekirin

Dîsa di heman xeberên  ku di çapemeniyê hatibû weşandin de hatibû diyarkirin ev  îddîa ne tenê ji bona nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdê ya Gazî Yaşargîla Diyarbekirê bi heman awayî ji bona gelek navendên tenduristiyê yên li bajêr re jî derbasdar in .Lewra  di xeberan de hatibû diyarkirin gelek nexweşxaneyên li bajêr weke ku di bin fermanê PKKê de ne tên îdarekirin.

Di xeberên ku wan de dihat diyarkirin gelek personelên nexweşxanê ji aliyê têkiliyê ve gelek nêzî PKK/HDPê ne di nava nexweşxanê de wek personelêe nexweşxanê tevnagerin  û di xeberan de balan kişandibûn li ser PKKyiyên ku ji nexweşxaneyan reviyane.

Kesên ku ji teref êrîşkarên PKKyî ve hatine birîndar kirin li nexweşxanê hatine înfazkirin

 Her weke ku me berî niha anîbû ziman kesên PKKyî yên birîndar li nexweşxaneyan bi rêyên dere qanûnî dihatin tedawîkirin. Derket holê ku kesên ku ji teref PKKyiyan ve hatine birîndar kirin li heman nexweşxaneyên ku kesên PKKyî lê dihatin tedawîkirin  ji teref hinekan ve hatine înfazkirin. http://www.ilkha.com/haber/28629/saglik-calisanlari-kardesimi-infaz-ettiler

Yaşar Guneşê  kekê Cumalî Guneşê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de di êrîşa kesên PKK/HDPyî de bi silehan hatibû birîndarkirin  di derbarê rewşa birayê xwe de diyar kiribû ew birayê xwe wek birîndar rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û birayê wî li wê derê ji teref xebatkarên  tenduristiyê yên ku sempatîzanên PKKê bûn ve hatiye înfazkirin.

Xebatkarên tenduristiyê li dijî nexweşan bi îdeolojîk tevdigerin

Dîsa Seyîthan Çîftçiyê ku di heman bûyerên 6-7ê cotmehê de ji milê xwe birîndar bûbû û wî rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê di derbarê mijarê de diyar kiribû ew bi wî halî 4 rojan li wê derê maye  û ji ber ku ew birî bû xebatkarên tenduristiyê pê qet eleqedar nebûne.Çîftçiyê ku serpêhatiyên xwe yên li nexweşxanê anîbû ziman  diyarkiribû ji ber ku li nexweşxanê tu kes pê eleqedar nebûye  ew mecbûr maye ku biçe nexweşxaneyekê taybet.Çîftçî bi vî awayî balan kişandibû li ser tevgerîna îdeolojîk ên terefdarên PKKê li dijî nexweşan.

http://www.ilkha.com/haber/29391/dort-gun-boyunca-bir-kez-pansuman-edildim

 Her weke ku tê zanîn bûyerên mîna vê di çapemeniyê de gelek caran derketin lê ev bûyer hatin pişt guh kirin. Ev piştguhkirin heta pevçûnên Sûrê berdewam kirin.Lewra polêsên ku di pevçûnên Sûrê de birîndar dibûn li nexweşxanê bi tewra ku hat diyarkirin rû bi rû diman.Piştî vê yekê kesên rayedar êdî dest bi xebatan kirin. Lêpirsîna ku piştî demekê dirêj hat destpêkirin îddiyên ku ji teref ÎLKHAyê ve ji rojevê re hatibûn anîn teyîd kir. Ji teref Wezareta Tenduristiyê ve ji bona îddîayên ku qala wan tên kirin bên vekolîn heyeteke ku ji 3 mufettîşan pêk tê hat wezîfedarkirin.

Ji rexekî ve lêpirsîn berdewam dike lê ji rexê din vê jî tê meraqkirin ev lêpirsîn çima heta niha dihat sekinandin û ev lêpirsîna ku hatiye destpêkirin nexweşxaneyên din ên li Diyarbekirê dixe nav xwe an na.

Di 6-7ê cotmeha 2014an de însan wehşîyane hatin qetilkirin

Her weke ku ew ê bê bîran di  bûyerên 6-7ê cotmehê yên ku digel banga derketina derve ya HDPê dest pê kirin de  nexasim li cihên ku Kurd lê dijiyan tevlîhevî û alozî hakim bûbû û kesên HDP/PKKyî bi şiklên herî wehşîyane êrîş biribûn li ser Qursên Qur’anê, mizgeft, avahiyên STK û partîyên siyasî. Digel kesên PKK/HDPyî  kesên YPGyî jî tevlî wan bûyerên ku cihê xwe di nava rûpelên bi xwîn ên dîrokê   girtibûn bûbûn ku di van bûyeran  de Yasîn Boru û hevalên wî qirika wan hat jêkirin, hatin şewitandin û bi şikleke wehşîyane û hovane hatin qetilkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.