1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Li 75 bajêran tev de 300 hezar kes serî li Îmtîhana Sîyerê dan”
“Li 75 bajêran tev de 300 hezar kes serî li Îmtîhana Sîyerê dan”

“Li 75 bajêran tev de 300 hezar kes serî li Îmtîhana Sîyerê dan”

Yahya Ograşê Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxemberdestnîşan kir zêdetirî 300 kesan serî li Îmtîhana Sîyerê ya ku dê sibe bê kirin dane.

A+A-

Ew ê sibe li tevahîya Tirkîyê li 75 navendan ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve Îmtîhana Sîyerê ya bi navê “Wî bixwîne û wek Wî bijî” bê tertîpkirin. Yahya Ograşê Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember  derheqê vê îmtîhana ku dê sibe bê tertîpkirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û diyar kir di encama vê îmtîhanê de tu kes tiştekî winda nake.

Ograş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir sal borî tev de li 60 bajêran îmtîhan hatibû tertîpkirin ku îsal ev hejmara bajêran derket 75an û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmtîhana Sîyerê ya ku di sala 2006an de digel bernameyên Wîladeta Pîroz dest pê kirin ji sala 2010an ve bi şikleke birêkûpêk berdewam dike. Bi rastî jî dema ku mijar jiyana Pêxemberê me Hz. Muhammed be ji mezinan hetanî biçûkan hemû kes hewil didin beşdarî vê îmtîhanê bibin. Taybetîyeke pir mezin a vê îmtîhanê heye; hemû kesên ku dikevin vê îmtîhanê qezenc dikin. Ango tu kes winda nake. Lewra xelkê me bi hînbûna jiyana Hz. Muhammed îmkanê bi dest dixe ku jiyana Wî tetbîq bike. Wezîfeya sereke yê/a temamê Mislimanan her tim xwendin û tetbîqkirina jiyana Hz. Muhammed e. Lewra niha di civakê de nexasim xort  ji vê yekê dûr ketine û wextên xwe exlebe di malperên parvekirinên civakî de xerc dikin. Rizgarî û hizûr bi vê yekê mimkûn e.”

Ograş di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji  bilî çend bajêran mişkîleyên li bajarên din temam hatine çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îsal li Diyarbekirê zêdetirî 50 hezar kesan serî li îmtînhanê dan û ew ê îsal li 75 navendan îmtîhan bê kirin.”(ÎLKHA)






 

Bu haber toplam 743 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.