“Li Almanya neyartiya Îslamê tê kirin”

“Li Almanya neyartiya Îslamê tê kirin”

Serokê Konseya Îslamê Bûrhan Kesîcî îfade kir ku li Almanya neyartiya Îslamê tê kirin lazim e em tev bi gelemperî li dijî vê yekê micadele bikin.

Serokê Yekîtiya Tirk-Îslam a Karê Diyanetê (DÎTÎB) û Konseya Îslamê Bûrhan Kesîcî îdîayên dixwazin pevçûna di navbera Tirk û Kurdan de bibin Almanya red kir û îfade kir ku li Almanya divê em tev li hember neyartîya Îslamê micadele bikin.

Sazî û  rêxistinên Mislimanên li Almanya dijîn bi sedem êrîşên li mizgeftan tê kirin Almanya rexne kirin û îfade kirin ku sîyaseta Almanya wekî hewceye piştgirî nede civakên Misliman. Konseya Navendî ya Misilmanên Almanya (ZMD), Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) û Konseya Îalamê roja pêncşemê daxuyanîyek çapemenîyê li dar xistin.

Serokê Konseya Mislimên Almanya Aîman Mazyek wiha got: “Em ji saziyên ewlehîyê û sîyasetmedaran bêtir destek û piştgirîyê dixwazin.” Mazyek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku tu tikiliya operesyona Tirkîye ya li ser Efrînê bi vê yekê ve tineye.

Midûrê Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) Zekerîya Altûndag îfade kir ku lazim e van êrîşana bê virdeûwêde bên telînkirin û wiha got: “Ji serê vê salê heta niha li Almanya 27 êrîşên li dijî mizgeftan hatîye rast kirin me tesbît kirin. Li gor daneyên Wezareta Karûbarên Derve li Almanya di nava sala 2017an de li dijî Mislimanan 69 êrîş hatine rastkirin.   

Mazyak, di berdewama axaftina xwe de gotina, “Saziyên aîdî Tirkîyeyê” jî rexne kir û wiha got: “Cemaeta mizgeftekê Tirk an Ereb be ev nayê wateya ku divê hindikî bên parastin.”

Li gor nûçeyên DWê di dawîya vêhefteyê de li Berlînê Mizgefta Koca Sînan hatibû şewitandin û li eyaleta Schleswig-Holsteinê li bajarê Itzehoê camên mizgeftekê hatibû şikandin. Ji bilî vana li eyaleta Baden-Württembergê li bajarê Lauffenê mizheftek bi molotofan hatibû şewitandin. Roja sêşemê li Kolnê li ser dîwarê Mizgefta Eyup Sûltan nivîs û siloganên derbarê Efrînê hatibû nivîsandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.