Li Almanyayê Êrîşên Li Camiyan
Musluman li Almanyayê di 19ê îlonê de, bi armanca êrîşên li camîyan û nefret û heqareta li muslumanan protesto bikin radibin ser pîyan.
Ji ber ku di serî de Almanya li welatên Ewrûpayê êrîşên li musluman û camiyan zêde dibin, ew ê li Almanyayê protesto bê lidarxistin.
Berdevkê Konseya Kordînasyona muslumanên Almanyayê Elî Kizikaya, di heqê protestoya ku wê sazîyên sivîl ên muslumananan di 19ê Îlonê de rast bikin de agahî dan. Protesto bi navê “Musluman li ber nefret û neheqîyê radibin ser pîyan” tê lidarxistin.
Kizikaya bal kişand ser vê yekê ku di meha tebaxê de li Almanyayê 5 camî marûzî êrîşan bûne, ew ê di protestoyê de endîşeyên muslumanan bînin ziman û daxwaza piştgiriya civakî bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.