Li Amedê amadehîyên bernama mewlûdê

Li Amedê amadehîyên bernama mewlûdê

Bernameya mewlûda Mûhemmedî ya girseyî, di 19ê nîsanê roja yekşemê li Parqa Newrozê li meydana mîtîngê tê li dar xistin.

Platforma Evîndarên Pêxember, ev serê 10 salaye li meydan û qadan bi bername û mîtîngan teşrîfa hezretî pêxember ya dinyayê pîroz dikin.

Li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kiribû ev karwana û êdî Meydana Îstasyonê jî têra evîndaran nekir û bi tevlî îsal ev serê sê salaye li Parqa Newrozê li meydana mîtîngê tê li dar xistin.

Vê yekşemîyê bi milyonan evîndarên pêxember li Ameda Mûhemmedî wê werin cem hev. Mewlûda Mûhemmedî di 19ê nîsanê vê yekşemîyê tê li dar xistin. Xelkê Ameda aşiqên pêxember piçûk û mezin, kal û ciwan dest bi hazirî û amadehîyên bernameya mewlûdê kirin.

Platforma Evîndarên Pêxember wê li Diyarbekirê di 19ê Nîsanê roja yekşemê de bernameya mewlûdê li Parqa Newrozê li meydana mîtîngê wê li darbixin.

Hat dîyarkirin ku Amed ji mewlûda Mûhemmedî re amade ye û xebat û hazirîyên mîtîngê bi eşq û şewq û bi lez û bez berdewam dike.

Kordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember a Diyarbekrê Cemîl Cahît Unsal, derbarê amadehîyên bernameya mewlûdê de agahî bi Ajansa ÎLKEyêre parve kir

Kordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember a Amedê Ünsal, diyar kir ku kampanya selewata dewam dike û lazime hemî Misilman pir selat û selama liser Hebîbê Xweda hz Mûhammed (e.w.s) bine û ev ji temamê misilmana re wezîfeyeke.

Di dewama beyana xwede jî Unsal îfade kir ku Xwedê qaîl bibe û bike qismet roja yekşemê bi xêra dildayên hezretî  Mûhammed ji gelek cîhî wê wesaît, ‘aşiqên pêxember bê pere bibin meydana mewlûdê û gazî hemî esnafên xêrxwaz kir û weha got: “Lazime meriv di xêran de hê zede pêşwaziyê bikin.”

Unsan ji bernameya mewlûdê pêşniyar li xelkê kir û got: Bila gelê me di vê hefteyê de cade û kolanên xwe bixemilînin, ji bo xatirê pêxember ji hev re ikraman bikin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.