Li Amedê Coşa Muhemmedî

Li Amedê Coşa Muhemmedî

Li Diyarbekira bajarê sehaban, meydana Muhemedî, aşiq û evîndarên Muhemmedî dîsa bûn şahidê rojeke dîrokî

Li Diyarbekira bajarê sehaban, meydana Muhemedî, aşiq û evîndarên Muhemmedî dîsa bûn şahidê rojeke dîrokî. Digel barana pir jî, bi sed hezaran muhîbên Hebîbê Xweda, bi tekbîr û selewatan ji danê sibê de herikin meydana mewlûdê ya li parka Newrozê.

 Beriya nîvroyê hunermendan, li ser pêxemberê me îlahî gotin. Ji rojhilat û rojava û başûrê Kurdistanê, ji Misr û Urdun û Ogedanê, gelek mêvan jî tevlî bernameya mewlûdê bûn.

 Li meydanê nimêja nîvroyê bi hev re hat edakirin. Bernameya ku bi pêşkêşvaniya Yûnûs Emîroğlu û Asim Özlap hat lidarxistin, ji devê mela Ebdulbarî Çelîk bi xwendina Qurana mubîn dest pê kir.

 Nivîskarê Doğruhaberê Mehmet Yavûz, li ser rêbertî û serwertiya hz. Resûlullah axivî. Hunermendan dîsa bi îlahiyan millet coş kir. Digel barîna barana pir jî, millet coşa xwe ya Muhemmedî dewam kir. Tekbîr û selewat qut nebûn.

 Mela Beşîr Şîmşek di xeberdana xwe ya bi Kurdî de, li ser hezkirina hebîbê Xweda sekinî. Da zanîn ku weka eshaban, weka şehîdên Kurdistanê yên di ber Îslam û Quranê de can dane, weka Selaheddîn û Huseynê rêzan, mîna Sumeyyeyê Şirnexî, mîna Ebdulqadir Mola, weke Muhemmed Mûrsiyê ku li ber zulmê rabûye ji hz. Resûlullah hez dikin.

 Dûre weşankarê Doğruhaber Mehmed Göktaş xoce, di axaftina xwe de beyan kir ku wê Diyarbekir bibe mekeza Îslamê û wê zalim û despotan sernixun bike.

 Bi sed hezaran evîndarên pêxember, sembol û îşareta Rabîayê nîşan dan û sloganên “Li Misrê selam, Berxwedan berdewam”, “Xusran bibe Sîsî, em bi te re ne Mûrsî” avêtin.

Mewlûda ku hat xwendin millet hestiyar kir. Hunermendan bi îlahiyên xwe careke din millet coş kir. Di dawiya bernameyê de, serokê Cemiyeta Aliman Mela Enwer Kiliçarslan bi kurdî dua xwend

                                  BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.