Li Amedê di navbera du malbatan de bi çekan şer derket: Mirîyek 2 birîndar

Li Amedê di navbera du malbatan de bi çekan şer derket: Mirîyek 2 birîndar

Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de pîrekek canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, doh di seatên êvarê de li Taxa Fatîha navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du malbatan de ji ber pereyê gengeşî derket. Li ser mezinbûna gengeşîyê çek hatin derxistin û gengeşî ji şer re vegerîya.

Hat diyarkirin di encama şerê çekdarî de Mursel Kaya, Bahar û Uzeyîr K. bi guleyan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewlet a Selaheddîn Eyyûbî re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin Mursel Kayaya (50) salî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku Kaya eqrebeya mirovên ku şer dikirin bûye lê ti eleqeya wê bi şer ve tinebûye.

Hat ragihandin tedawîya du birîndarên dinê berdewam dike û polês derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.