Li Amedê Komxebeta Alîmên Kurdistanê

Li Amedê Komxebeta Alîmên Kurdistanê

Wê roja şemîyê li Amedê bi beşdarbûna 750 aliman bernameya “Ligelhevîya alimên Kurdistanê “ bê li dar xistin. Cemîyeta aliman û medreseyan, ÎTTÎHADê berya bernameya ligelhevîyê civîna îstîşareyê lidarxist.

Cemîyeta Aliman û Medreseyan ÎTTÎHADê, di 18ê Nîsanê roja sebtê li Diyarbekrê bernameya “Ligelhevîya ‘Alimên Kurdistanê” lidarbixe. Cemîyetê berya bernameya ligelheviyê, Civîna Îstîşareyê lidarxist.

Sekreterê giştî yê ÎTTÎHADê Mûhammed Ozer, derbarê “Ligelhevîya ‘Alimên Kurdistanê” deagahî bi Ajansa Îlkeyêre parvekir.

Ozer armanca civîna îstîşareyê îfadekir û weha got: “Me cîvîna îstîşareyê ji bo em kêmasiyên xwe yên derbarê ligelheviyê de bibîne û em wan çareser bike me civîna îstîşareyê lidarxist.”

Ozer diyar kir ku wê ji çar aliyê Kurdistanê bi tevahî 750 ‘Alim û Seyda beşdarî bernameya “Ligelhevîya ‘Alimên Kurdistanê” bibin.

Ozer, bal kişand ser ehemîyet û girîngîya Medreseyan û îfade kir ku ji bo Misilman hebûna xwe bidomîne lazime kevneşopîya van mekanên îlmê bidomîne.

Ozer wiha pê de çû: Sinorên ji aliyên emperyalîstan ve  hatine çêkirin Kurdistan ji hev kir. Xwendevanên Tirki ji bo îlmê xwe diçun  Kurdistana Sûrî,  xwendevanên wê derê jî diçûn Kurdistana Iraqê, ê îranê jê dihatin van deran. Lê piştî komarê ev medreseyên Kurdistanê ji hev re  bû xerîb û hatin astekek hev du nasnekirinê.

Ozer da zanîn ku Misilmanên Kurdistanê tevî hêmû dijwariyan çand û kultura medreseyên anîn vê qonaxê.  Ji ber vê yekê em mal avayî ya xwe pêşkeşê seydayên xwe dikin.  Divê ji bo heyîna misilmanên Kurdistanê em xwedî li medrseyên xwe derkevin.

Ozer, di dawiya axavindina xwe de îfade kir ku di demên pêşiya mede xebatên me yên bivî rengî wê hê zêde û biawakî berfireh dewam bike û tenê armanca me lazime ulema di karwanê xêrê de pêşîvaniyê bikşîne. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.