Li Amerîkayê li hember reşikan zilm berdewam e

Li Amerîkayê li hember reşikan zilm berdewam e

Li bajarê San Dîegoya Amerîkayêzilamekî reşik ji teref kuçikên polêsan ve hat birîndarkirinku di dema êrîşa kuçikê polêsan wek vîdyo hat qeydkirin.

Polêsê San Dîegoyê xwest ku reşikekî bi navê Karond Cheatum binçav bike. Lê polêsan  tiştên xeyrî însanî li hember wî kesê reşik sepandin û ji vê wehşeta xwe re jî wek hincet diyarkirin  kesê reşik li wan gefê xwariye.

 Di dema binçaviyê û êrîşa kuçikê polêsan wek vîdyo hat qeydkirin. Di vîdyoya ku hatiye kişandin de tê dîtin kui  polês destên wî kesê reşik kelepçe kiriye, lê dîsa jî polês ji kuçikê xwe re nabin asteng û kuçik wî kesê reşik gez dike.

Kesê bi navê Angel Nunez ê ku vîdyoyê dikşîne ji polêsên ku bi hovane tevdigerin re dibêje ‘ Divê tu kuçik kontrol bike, tu nikarî kuçik kontrol bikî.’ Lê digel van îqaz û hişyariyan polês qet xwe aciz nake û gelek rihet hereket dike. Her du polêsên din ên ku di vîdyoyê de xuya dikin tê dîtin ji dêla ku kuçik ji ser kesê reşik dûr bikin wî kesê reşik bi şikleke jidayî girtine. Di vîdyoyê de her wiha hat dîtin Nunez ji polêsan re dibêje ‘Hûn çima kuçik ji ser zilam nakşînin?’ ji ber vê gotin polês jê re dibêje ‘Devm xwe bigre û hişbe.’

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.