Li Arakanê di mehekê de 6 hezar û 700 Misliman hatin qetilkirin

Li Arakanê di mehekê de 6 hezar û 700 Misliman hatin qetilkirin

Rêxistina Doxtorên ku Sînor Nasnakin destnîşan kir di êrîşên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatin kirin de tev de 6 hezar û 700 Misliman hatin qetilkirin.

Ji teref Rêxistina Doktorên ku Sînoran Nasnakin ve derbarê rewşa Mislimanên Myanmarê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di êrîşên ku di mehekê de ji teref çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê ve hatin kirin de tev de 6 hezar û 700 Misliman hatin qetilkirin.

Hat destnîşankirin ji van 6 hezar û 700 kesên ku hatine qetilkirin herî kêm 530 kes emrê wan di bin 5 salî de ye.

Di daxuyanîya ku ji teref rêxistinê ve hatiye dayîn de her wisa hat ragihandin ji van 6 hezar û 700 Mislimanên ku hatine qetilkirin ji sedî 69 bi çekan, ji sedî 9 bi şewitandinê û ji sedî 5 jî bi lêdanê hatine qetilkirin.

 Tê ragihandin heta niha 700 hezar Mislimanên Arakanî ji herêma ku lê jenosîd û qirkirin tê kirin  koç, Bangledeşê kirine.

Di êrîşên wehşî û hovane yên ku ji teref artêşa Mynanmarê û çeteyên Bûdîst ve hatine kirin de heta niha 300 gund hatin şewitandin.

Hat diyarkirin di sala 1970an de hejmara Mislimanên li Arakanê nêzî 2 milyonan bû, lê ji ber êrîşên ku hatin kirin ev hejmar ketiye 350 hezarana.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.