Li Batmanê Şahiya Mewlûda Pêxember

Li Batmanê Şahiya Mewlûda Pêxember

Platforma Evîndarên Pêxember, li Batmanê (Êlih) li meydana mewlûdê, digel xumîna baranê, bi tevlîbûnek mezin mewlûda Wîladeta Pîroz tertîb kir.

Di 1444. salvegera wiladeta Hz. Mûhemmed (s.e.w) de, li Batmanê li meydana mewlûdê, digel xumîna baranê, bi tevliyek û teweccuheke mezin a xelkê, çalakiyek hat lidarxistin.

Ji aliyê Kordînatoriya bajarê Batmanê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve, li Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz a 11an îsal hat lidarxistin. Digel barana guj jî bi sed hezaran aşiqên pêxember beşdarî mewlûdê bûn. Li qada mewlûdê afîşên mezin ên bi nivîsa “Em ji te hez dikin ya Resûlûllah!” hatin aliqandin.

Ehlê Batmanê digel baranê ji danê sibehê ve bi tekbîr û selewatan herikîn meydana mewlûdê. Ji aliyê endamên Platforma Evîndarên Pêxember ve, ji 20 deverên bajêr bi sedan wesayît xelkê Batmanê gihandin meydanê.

Di çalakiyê de tedbîrên zêde yên ewlehiyê hatin hildan. Kesên hatin mewlûdê di kontrola polîs re derbas bûn û li meydanê civiyan.

Hê du saet mabûn ji bernameyê re, meydana mewlûdê bi lez tije bû. Jin û mêr di sefên ji hev cûda de li qadê kom bûn. Hinek kes jî li baxçeya Otogara Nû ya Batmanê civiyan. Hat dîtin ku heta dawiyê cezb û coşa mewlûdê kêm nebû.

Kordînatoriya bajêr a platformê li dora meydana mewlûdê ji bo xelkê kermes vekir. Kermesê eleqeyeke mezin dî.

Bernameya mewlûdê ji teref kanalên Rehber TV û Kudus TV ve zindî hat weşandin û gelek endamên medyayê bername şopand.

Cara ewil mînîkopter hat bikaranîn

Cara ewil mînîkopter di bernameya mewlûdê ya îsal de hat bikaranîn û ji jor ve dîmenên bernameyê hatin kişandin.

Di pîrozbahiyê de hezar û 500 polîs wezîfedar bûn, hat ragihandin ku ji komîteya tertîbkirinê jî hezar aşiqên pêxember hatine wezîfedarkirin.

Ji komelên endamên Platforma Evîndarên Pêxember Sax-Çevê, li nêzî meydanê konê tenduristiyê vegirt. Li ber kon ambulansek, 5 diqtorên pispor, 20 jin û 12 mêr 32 personelên tenduristiyê jî li wir hatin amadekirin. Her wiha ji bo zarokên wenda jî konekî din hat vegirtin.

Komîteya Tertîbkirinê ya platformê, li meydanê gelek pakêtên petên avê li xelkê belav kirin.

Cîgirê serokê giştî yê Huda Parê Huseyîn Yilmaz, ji alîkarên serokê giştî yê HUDA PARê A. Rahman Cens, serokê ÎTTÎHADê Mela Enwer Kiliçarslan, namzetê serbixwe yê Batmanê Doqtor Aydin Gok û namzetê serbixwe yê Şernexê Şehzade Demîr yên ku Huda Par pişgiriyê dide wan, Teşkîlata Bajêr a HUDA PARê, seydayên herêmê, gelek serokên Saziyên Civakê yên Sivîl (SCS) û odeyan, ji hundirê welêt gelek mêvan û ji der û doran bi deh hezaran kes jî tevlî bernameya mewlûda pêxember bûn.

Çalakiya mewlûdê di saet 13.30an de bi pêşkêşvaniya Asim Ozalp, dest pê kir. Piştî xwendina Qurana Pîroz, îlahî hatin gotin. Pey re di bernameya ku heta dawiyê tê de selewat û tekbîr kêm û qut nebûn de, nexasim bi îlahî û dîlokên li ser pêxemberê me coş derket zîrweyê.

Ji bo mewlûdê teweccuheke mezin

Bername bi temaya “Rêberê bêmîsal Hz. Mûhemmed (s.e.w)” hat tertîbkirin. Digel xumîna baranê jî zêdetirî sed hezar evîndarên pêxember tevlî bernameyê bûn. Xelkê ku li meydanê civiyan di bin barana xumînî de eşq û hesreta xwe ya ji pêxember re nîşan da. Atmosfera me’newî ya evîn û muhebbeta ji hebîbê Xweda re, heta rih û damaran tesîr li xelkê kir, xelk bi eşqa pêxember mest bû.

Bi minasebeta hefteya wîladeta pîroz li Batmanê 12 milyar û 554 milyon û 868 hezar û 324 heb selewata şerîfe, bi sed hezaran Yasîna şerîf, hezar û 219 Xetma Şerîf û ji Qurana Pîroz bi sed hezaran carî sûretên kin hatin xwendin.

Di bernameyê de berdevkê Kordînatoriya Rojhilata Anatoliyê ya Platforma Evîndarên Pêxember Mehmet ‘Elî Ortaç bi Tirkî xeber da û bal kişand ser girîngiya çûna li pey hz. Mûhemmed (‘e.s)

Peyva Ortaç gelek caran bi tekbîran destek girt. Ortaç da zanîn ku ji bo mislumanan mîsala herî xweşik hz. Mûhemmed (e.s) e, Xwedayê Teala ji bo mislumanan hz. Pêxember wek rêberekî bêmîsal neqandîye.

Ortaç weha got: “Pêxemberê me li ser me dicirife. Allah vêya di Qurana Pîroz de ji me re dibêje. Em di heyata sehaban de jî mîsalên vêya eşkere dibînin. Ew ji bo sehabeyan diêşiya, li ser îşkenceyên li sehabên xwe digiriya, bi wan izdirab dikişand. Lê li ber vana şîreta wî tenê ‘ji doza xwe venegerin’ bû.”

Ortaç dest nîşan kir ku Allah hakim û xwedî hîkmet e, li ser rûyê erdê jî yên serferaz hz. Mûhemmed (e.s) û misilmanên pêgirtiyên wî nin, divê misilman li vê meqama bişeref hayîdar bin.

“Hûn dixwazin sibê li hizûra Xwedê bi kê re heşir bibin, li pey wî herin”

Ortaç weha dewam kir: “Di Îslamê de piştî îmanê xisûsa herî muhîm û girîng nimêj e. Gava misilman îdarevanên xwe hilbijêrin, divê baldar bin ku îdarevanên wan misilman bin. Sibê gava derketin hafa Allahê Tealayê, dixwazin li wir bi kê re heşir bibin, bila wan bişopîne. Em ê îro bêtir xwe bi rêberên ku dane pey rêya Resûlûllah bigrin û em ê maskeyên ser rûyê lîderên sexte hilînin û rûyê wan yê qebîh eşkere bikin.”

“Heqê xizmeta ji Xwede re li her du dinyayê heye”

Pey re ji alimên herêmê Molla Munîr Şanli bi Kurdî axivî, îfade kir ku ji xeyrî rêya Xweda hemî yên din batil in û weha got: “Em ji kê re xizmetê bikin, ew li dinyê dimîne. Eger em ji Xwedê re xizmet bikin, bibin ebdê wî, heqê vêya hem li dinyayê hem jî li axretê heye. Di navbera me û pêxember de 1400 sal derbas bûn, lê hezkirina wî hê jî di qelbê me de ye. Pêxemberê me emrê Xweda got, neket bin mineta tu kesî. Dinya girt hemberî xwe. Mezinantî di vêya de ye. Meznantiya wî di sedeqeta wî ya bi doza wî re de ye. Pêxemberê me ji bo emrê Xweda pêk bê, hemî hebûna xwe kire feda. Gava li Quranê heqaret bihata kirin, Mûhemmed (‘e.s) qet qebûl nedikir. Esker û zilamên wî jî tune bûn. Çima însanan dan pey wî? Lewra bi Xweda ve girêdayî bû. Belavkirina doza Îslamê ne ewqas rihet bû. Hemî eziyet hatin serê wî, lê dev ji doza xwe berneda. Semîmiyeta wî û sehabên wî zêde û qewî bû.”

“Divê em jî weka sehaban xwedîtiyê li vê dozê bikin”

Şanli li ser vê yekê şidand ku Hz. Ebûbekîr û sehabên din digel hemî zulmê, dîsa jî ji rêya Resûlê Xweda dernediketin, sehabeyan hemî tengasiyên xwe diavêtin quncîkî û eşq û muhebbeta pêxember ji xwe re dikirin merkez û her tiştî xwe ji doza xwe re qurban dikirin.”

“Em ê weka Huseyn û Seîdan canê xwe fedayî vê de’wê bikin”

Şanli weha dewam kir: “Dewlemendî û meqam teklîfî pêxemberê me kirin, lê wî dev ji doza xwe berneda. Hemî xweşikahiyên dinyayê qewirand. Ji ber doza wî ne ji bo dinyayê bû qebûl nekir. Got heger hûn roj û hêvî têxin destê min jî ez dev ji vê dozê bernadim. Doza Xweda çiqas mezin be, wî jî vê mezinantiyê îdraq kiribû. Doza Xweda ne di rihetî û zengîntiyê de bû. Doza Xweda gelek zor e. De’wa Îslamê bedel dixwaze. Em li her derê behsa rê û hezkirina wî bikin. Doza wî li her derê bêjin. Em heyata wî ji heyata xwe dûr nekin. Îro kafir dixwazin me ji eşqa Mûhemmedî dûr bikin. Lê em ê weka Huseyn û Seîdan canê xwe fedayî vê dozê bikin û em ê ji vê rêyê venegerin. Ev xelkê me misilman e. Em ji wan re bêjin. Xwedayê Teala vê hezkirina me ji bo xwe qebûl bike.”

Pey xeberdanan hunermendên Ajansa Ozlemê, bi îlahî û helbestên xwe gel coş kir, xelkê Batmanê jî bi tekbîr û selewatan destek dan îlahiyan. Bernameya pîrozbahiya salvegera wîladeta pêxemberê me, ji zarê serokê Platforma Nesla Quranî Mehmet ‘Elî Altûn ve bi xwendina duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.