
Li Bedlîsê tir û mînîbûs li hev qelibîn: 1 mirî, 2 birîndar
Li Bedlîsê tir û mînîbûsekî li hev qelibîn, di encama qezayê de mirovekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Bedlîs-Bayqanê pêk hat.
Di encama qezayê de mirovekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.