1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li ber 300 derece germahiya firinê rojî digirin
Li ber 300 derece germahiya firinê rojî digirin

Li ber 300 derece germahiya firinê rojî digirin

ÊLIH - Firinvanê Batmanî her çi qas hewa pir germ bin û germahiya firinê jî nêzî 300 dereceyê be jî di vê meha Remezanê de rojiyên xwe digirin.

A+A-

Firinvanê Batmanî her çi qas hewa pir germ bin û germahiya firinê jî nêzî 300 dereceyê be jî di vê meha Remezanê de rojiyên xwe digirin û îbadetên xwe îfa dikin.

Li Batmana ku her roja ku diçê hewa germtir dibin, lê ev yek di meha Remezanê de ji firinvanê Batmanî re nabe asteng.Firinvanê Batmanê di derbarê mijarê de diyar kir  her çiqas hewa germ bûbin û hewaya li ber devê firinê jî her çiqas germ be ew dîsa rojiyên xwe digirin.

Hostayên ku li ber 300 derece germahiya firinê rojiyê xwe digirin li wan kesên ku li ber klîmayan in û dibêjin’em nikarin rojî bigirin.’ Şaş dimînin.

 “Di bin 300 derece germahiyê de girtina rojî bi zehmet e lê bêîmkan nîn e”

Kesê bi navê Îrfan Tufan ê ku di firinê de dixebitî di derbarê mijarê de diyar kir Remezana îsal weke her car baş derbas dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel 300 derece germahiya firinê em rojî digirin. Dîsa hemd ji Xweda re ku em zehmetiyê nakşînin.Mislimantî muhîm e, kesên ku dixwazin rojiyê bigirin dikarin bigirin. Heger ku însanek ji bona riza Xweda tiştinan bike ew ê Xweda alîkariya wan bike.Ji ber vê yekê em dixwazin temamê însanan rojî bigirin.Rojî îbadeteke girîng e.Xweda di warê girtina rojiyê de ji hemû kesî re û nexasim ji kesên ku karê wan bi zehmet in re alîkariyê bikin.Berî ku Remezan dest pê bike em kêlîkê nikaribûn bêav bisekinin, lê bi destpêka Remezanê Xweda sebir û îrade dide me.Em her roj  ji seta 13.00an heta êvarî nan  çêdikin.”

“Di rojên normal de me 5-10 lître av vedixwar”

Kesê bi navê Muaz Yavuz jî diyar kir ew hêj biçûkayiya xwe ve di firinê de dixebite û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji xeynî rojiyê mirov qet nikare li ber 300 derece germahiyê îdare bike lê bi îradeya ku Xweda daye me em dikarin li ber 300 derece germahiyê de rojî bigirin.Hemd ji Xweda re. Bila ew kesên ku ji şeveqê heta êvarî di mala xwe de di bin klîmayan de ne û rojiyê nagirin bila werin halê me bibînin.Berî Remezanê me di rojekê de 5-10 lître av vedixwar.Lê belê di Remezanê de em heta êvarî dikarin bê av îdare bikin.Naxwe heger însan ji fermana Xweda re îtaat bike mirov dikare tiştinan bike.”(ÎLKHA)

 







































 

Bu haber toplam 944 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.