Li Bidlîsê 2 polîs ji ber parvekirinên xwe yên di medyaya civakî de hatin binçavkirin

Li Bidlîsê 2 polîs ji ber parvekirinên xwe yên di medyaya civakî de hatin binçavkirin

Wezîfedarekî polîs ku bi remza “Bombaci Mulayîm01” li ser medyaya civakî heqaretî li Midûrê Ewlehîya Bidlîsê û xanima wî kiribû li Trabzonê hat girtin.

Polîsê îddîa kiribû ku xanima Midûrê Ewlehîyê wesayita kamûyê ji karên xwe yên taybet re bikar tîne, piştî bûyerê li Trabzona ku lê wezîfedar bû hat binçavkirin û hat şandin Bedlîsê.

Polîsê ku bi remza “Bombaci Mulayîm01” li ser medyaya civakî heqaretî li Ortaç Şekerogluyê Midûrê Ewlehîya Bidlîsê û xanima wî kiribû li ser daxwaza dozgerîyê ve hat binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Bidlîsê ve derheqê mijarê hat dayîn de hat gotin ku, tevî wî polîsê ku medyaya civakî bi kar tîne, 2 polîsên bi navê S.B. û O.Z. ku ji Bidlîsê agahî ji wî re dişandin jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.