Li Bidlîsê qedexeya derketina derve

Li Bidlîsê qedexeya derketina derve

Li gelek gund û gundikên girêdayê Tatwan û Mutkîya navçeya Bidlîsê heta daxuyanîyeke din derketina derve hat qedexekirin.

Hat ragihandin heta daxuyanîyeke din li gelek gund û gundikên girêdayê Tatwan û Mutkîya navçeya Bidlîsê derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Bidlîsê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin li gund û gudnikên bi navê Üzümlü, Anadere, Sungurlu, Külbastı, Odabaşı, Teknecik, Sallıca, Boblesür, Dönertaş, Kömürlü û Aktopraka girêdayê Tatwanê û li gund û gundikên bi navê Kapaklı, Küllüce, Koyunlu, Ardıç û Yumurtaya girêdayê Mutkîyê ne ji ber operasyona ku dê bê lidarxistin hetanî daxuyaniyeke din derketina derve hat qedexekirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.