Li Boluyê ji bo erdan şer: 4 mirî, 5 birîndar
Li Boluyê di navbera di malbatan de ji ber meseleya zêvî levdan derket, di encama levdanê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Çeltîkdereya gundê Sebena Boluyê di navbera du malbatan de ji ber meseleya erdan nîqaş derket. Nîqaşa ku ji ber zêvîyan derket bû levdan û di encama levdanê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di levdanê de çek hatine bikaranîn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.