Li camîyên Êlihê coşa Qandîla Mewlûdê

Li camîyên Êlihê coşa Qandîla Mewlûdê

Ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê Êlihî çûn mizgeftên li bajêr û dia kirin û selewatan anîn.

Ji ber minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed  ji teref Miftîtîya Bajêra Êlihê ve  piştî nimêja işayê li Mizgefta Şevket Başakê bernameya Qandîla Mewlûdê hat tertîpkirin. Bernameya mewlûdê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi xwendina îlahîyan û bi selawatên ku hatin anîn berdewam kir. Bernameya bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.

Piştî bernameyê Turgut Erhanê Miftîyê Bajêra Êlihê derbarê ehemîyeta şeva Qandîla Mewlûdê de nirxandinan kir û got: “ Weke ku hûn jî dizanin em niha di Hefteya Mewlûda Nebî de ne. Îro salvegera wîladeta pêxemberê me ye. Weke her sal, em îsal jî hewl didin wê şexsîyeta Resûlê Xwedê ji însanan re bibêjin. Îro jî li vê mizgeftê û li mizgeftên din ên li bajêr me ew şîarên ku Resûlullah anîbû bi bîr xist. Me Mewlûda Nebî cardin xwend. Cemaata me jî eleqeyeke mezin nîşan da bernamê.”

“Divê xortên ku dahatûya vî welatî ne baş bên perwerdekirin”

Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir mijara wan a Heftîya Mewlûda Nebî ya ku tê tertîpkirin xortanî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bêşiphe memleket û dewletek encax bi şikleke baş perwerdekirina xortan dikare bigihije hedefên xwe. Dema ku em wê xortanîyê perwerde dikin ji xwe re Resûlê Xwedê mînak distînin.Serokatîya me ya Karên Diyanetê vê heftîya Mewlûda Nebî wek fersendekê dibîne. Em ji bo vê yekê hewl didin û xeyret dikin. Divê temamê civakê dest bavêje vî karî û rê li ber xortan vekin û ji bo bi xortan ezma xebatê derkeve holê hewl bidin.”

Serokê Navçeya Navenda Êlihê yê HUDA PARê M. Şerîf Durmazê ku beşdarî bernamê bû destnîşan kir îro li ser rûyê erdê gelek problem hene û çareserîya van bes xwedîderketina li peyama nebewî ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.