Li Çanakkaleyê erdhej

Li Çanakkaleyê erdhej

Li nêzî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê di mezinahîya 5.4an de erdhejek pêk hat. Tesîra erdhejê li Stenbol û Bûrsayê jî hat hîskirin.

Li gorî daneyên ku ji teref Rasatxaneya Kandîllî ve hatine belavkirin li nêzî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê di mezinahîya 5.4an de erdhejek pêk hat. Tesîra erdhejê li Stenbol û Bûrsayê jî hat hîskirin.

Erdhej derdora seat 21.23yan de 8.4 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tesîra erdhejê li Stenbol, Bûrsa, Edîrne û li bajarên derdorê hatin hîskirin.

AFAD derbarê erdheja ku pêk hat de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin mezinahîya erdhejê wek 5 hatiye pîvandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler