Li Çeneqqeleyê qeza: 8 mirî, gelek birîndar hene

Li Çeneqqeleyê qeza: 8 mirî, gelek birîndar hene

Li Çeneqqeleyê otobûsa rêwîyan, qamyonek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzê îstasyona sotemenîyê ya ser rêya Çeneqqele-Ezîneyê pêk hat.

Îro di seatên derdorê 12.45an de li ser rêya Ezîne-Çeneqqeleyê otobûsek, qamyonek û wesayîtek li hev qelibîn. Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 9 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Li gorî hûrgilîyên dawîn Walîyê Çeneqqeleyê Omer Toraman weha got, “Hejmar mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 8 eksan, 20 heb jî birîndarên me hene.”

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.