Li Cizîrê 4 Mekteb Hatin Şewitandin

Li Cizîrê 4 Mekteb Hatin Şewitandin

Li Bağlara Dîyarbekirê, mekteba ku mohra wê hatibû jêkirin dîsa hat mohrkirin. Li Cizîrê jî Pkkê 4 mekteb şewitandin.

Li Bağlara Dîyarbekirê, mekteba ku bi armanca perwerdeya kurdî bide hatibû çêkirin, roja duşemê hatibû mohr kirin. Mohra mektebê ji teref serokbajara Bdpê û hinek partîzanên partîyê ve hatibû jêkirin û kesên han ketibûn hundirê mektebê.

Mekteba ku mohra wê hatibû jê kirin, bi refeqeta polîsan ji teref wezîfedaran ve dîsa hat mohrkirin.

Li aliyê din li Cizîrê, mekteba ku ji bo perwedeya kurdî bi desteka Bdp, Dtk û hinek sazîyên sivîl hatibû çêkirin, hat mohrkirin. Ji bo mohra li ser derîyê mektebê protesto bikin çalakî hat lidarxistin û protesto guherî hedîseyên şiddetê.

Hinek grûbên ku dixwestin tevlihevîyê derînin, molotof avêtin 4 mekteban û bi benzînê agir bera mekteban dan. Grûbê destûr neda îtfayeyê, kevir û bombeyên deng û molotof avêtin polîsan.

Polîs bi gaz û avê midaxela grûbê kir. Ji ber şewatê di mekteban de xisareke mezin ya maddî pêk hat.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.