1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li dijî Adnan Oktar û koma wî operasyon: 235 binçavî
Li dijî Adnan Oktar û koma wî operasyon: 235 binçavî

Li dijî Adnan Oktar û koma wî operasyon: 235 binçavî

Li dijî Adnan Oktar û koma wî ku tê diyarkirin di bernameyên televîzyonan de bi nirxên dînî tinazê xwe dike operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 235 kes hatin binçavkirin.

A+A-

Ji ber çendîn sûcan li dijî Adnan Oktar û koma wî ku tê diyarkirin di bernameyên televîzyonan de bi nirxên dînî tinazê xwe dike operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 235 kes hatin binçavkirin.

Di nav wan Adnan Oktar û koma wî pê tên sûcdarkirin de ev sûc hene: “damezrandina rêxistina sûcê ya organîze, sîxurtîya navneteweyî, tehdîd, şantaj, bi şikleke neyasayî pere qezenckirin”

Hat hînbûn Adnan Oktar û parêzvanên wî li Çengelkoya Stenbolê hatin binçavkirin.

Berî niha derbarê Adnan Oktar û koma wî de welatîyan doz vekiribûn û gotibûn: “Şexsê bi navê Adnan Oktar di bernameya ku di Kanala A9ê bi pîrekên tazî re dike de qaşo sohbetên Îslamî dike. Di vir de mabest bi Îslamê re tinaz kirine. Exlebeyê pîrekên di wê bernamê de tazî ne. Ev bername bo Îslam biçûk bê xistin tê kirin. Em wek welatî ji Adnan Oktar gilîdar in.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 804 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.