Li Diyarbekirê 14 PKKyî hatin kuştin

Li Diyarbekirê 14 PKKyî hatin kuştin

Di encama operasyonên li Pasûra navçeya Diyarbekirê yên ku li dijî PKKê dewam dikin de tev de 14 PKKyî hatin kuştin û 2 PKKyî jî sax hatin girtin.

Hat ragihandin ku di operasyonên ku li gundikê Şenyala û gundê Alaca yên ku di nav sînorê Varîkamera û gundê Yaylak û mevkiya Guhermiya navçeya Pasûrê ne  li dijî PKKê hatine lidarxistin de 14 PKKyî hatin kuştin, yek jê birîndar bi tevahî 2 PKKyî jî hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat dayin de, hat bibîrxistin ku di 16ê Mijdara 2017an de li Pasûra navçeya Diyarbekirê li dijî PKKê operasyon hatiye lidarxistin.  

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di çarçoveya operasyonan de, di nav sînorên mezraya Şenyayla ya gundê Alaca yên li mevkiya Varîkamera û gundê Yaylak û mevkiya Guhermiyê bi du komên PKKyî re şer derketiye.  Di encama şerê ku derket de 14 PKKyî hatin kuştin, yek jê birîndar bi tevahî 2 PKKyî jî hatin girtin. Hat ragihandin  di nav PKkyiyên ku hatine kuştin de 2 PKKyiyên ji payeya bilind de jî ne hene.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di şikeftekê de 2 tivingê M-16 û 334 fîşek û 4 cercûrên wê, 2 tivinên otomatîk û 3 hezar û 326 fîşekên wê, tivingek nîşangirê, 18 bombeyên desta, bi marqeyek AK-47 keleşkofek û 39 cercûrên wê û 4 hezar û 884 fîşek, 11 kîlo mirovkuj TNT, 100 xiram teqemeniya balîsrîk û gekek materyalê jiyanî hatine bidestxistin.”  

Bi talîmatê Serdozgeriya Komarê de hat destnîşan kirin ku sîleh û muhîmatên hatine bidestxistin ji bo delîlan tên  mûhafezekirin. Bombeyên destan û madeyên teqînê jî di cîde hatine îmhakirin. Hat ragihandin ku operasyon didomin. (ÎLKHA)                       

 








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler