Li Diyarbekirê di ser 25 adresan de hat girtin
DİYARBEKİR - Hat ragihandin li Diyarbekirê di ser 25 adresên ku tê îddîakirin bi DAIŞê re têkildar in de hat girtin.Di serdegirtinan de 20 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin polêsan li navçeyên Baglar û Kayapinara Diyarbekirê di wextên şeveqê de di heman demê de di ser 25 adresên ku tê îddîakirin bi DAIŞê re têkildar in de girtin.Di serdegirtinan de 20 kes hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birin ewlehiyê.
Tevhîd Kîtapevî jî yek ji wan adresên ku polêsan îro di ser de girtin adresek e .Polêsan serê şeveqê hatin dikanê û kepenkên dikanê şikandin û di hundir de lêgerîn kirin.Piştî lêgerînê polês ji dikanê çûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.