Li Diyarbekirê gelek zêde esrar hat bidestxistin

Li Diyarbekirê gelek zêde esrar hat bidestxistin

Li Licê û Hazroya navçeyên Diyarbekirê 786 hezar kok kenevir û 5 ton esrar hatin bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku di heyama operasyonên li dijî PKKê de li navçeyên Licê û Hazroyên Diyarbekirê 786 hezar kok kenevir û 5 ton esrar hatin bidestxistin.

Di berdewama daxuyaniya walîtîyê de wiha hat îfadekirin: “Di navbera 22 û 25ê Îlonê de, 786 hezar kok kenevir hatiye bidestxistin û paşê hatiye îmhakirin. 3 ton û 5 kîlo kûbar, 2 ton û 60 kîlo  esrara toz û kenevirê wek çandinî û her wiha gelek malzemeyên muxtelîf yên sûcê hatine bi dest xistin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler