Li Diyarbekirê “miftî mehra” ewil birî

Li Diyarbekirê “miftî mehra” ewil birî

Miftiyê Bismila navçeya Diyarbekirê cara ewil bi merasimek tomerî mehra ciwanên kesên zewicî birî.

Di organizasyona ku ji teref Şaredariya Bismilê ve hat tertîpkirin de bi merasîmek tomerî mehra 31 cotên nû zewicîn hat birîn. Di merasîmê de Miftiyê navçeyê Ahmet Dûrmûş, mehra Ahmet Emîn Sevîm û Özlem Sevîmê birî. Bi vê yekê, cara yekemin mehr ji teref miftî ve hat birîn.

Miftiyê navçeyê Ahmet Dûrmûş piştî mehr birînê cûzdanê zewacê yê fermî teqdîmî bûkê kir. Kesên peşdarî merasimê bûn xwarin îkramî wan hat kirin.

Miftjiyê navçeyê Ahmet Dûrmûş destnîşan kir ku ev cara yekeme ew mehra fermî dibire û li cotên zewici şîret kir û got 8 zarokên min hene û ji kesên zewicî xwest ku 5 zarokan çêbikin.

Mehra cotekî din jî wekîlê Serokê Şaredariyê û Qaymeqam Tûrgay Gulenç, birî û mehra 29 çotên din jî ji teref memûrên mehr birînê ve hatin birîn.

Qaymeqam Gulenç di merasîma nîkahê de axaftinêk kir û got, ji ber daxwazek zêde me ev merasima tomerî lidarxistiye. 

Gulenç di bernama mehr birînê de axiftinek kir û got: “Di heman mijaran de ji dayikbûna gelê me heta mirina wan em li gel wene. Di warê mesrefên zewacê de me alîkariya 31 cotên nû zewicî kirin. Bi merasimên bi vî rengî emê xizmetên xwe bidomînin.

Serokê navçeye Bismilê yê HUDA PARê Alî Bîlmez û gelek kesên din jî beşdarî bernameya mehr birînê bûn. (ÎLKHA)


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.