Li Efxanistanê êrîş: 63 mirî

Li Efxanistanê êrîş: 63 mirî

Di êrîşên ku li Efxanistanê hatin kirin de 63 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin  di du êrîşên ku li Efxanistanê hatin kirin de 38 leşker tev de 63 kes jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş li baregeha leşkerî hat kirin: 38 mirî

Êrîşa ewil li Baglana parêzgeha Efxanistanê li baregaha leşkerî hat kirin.  Di encama êrîşa çekdarî ya ku li baregahê hat kirin de tev de 38 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de Talîban daxuyanîyek belav kir û êrîşê li ser xwe girt. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin kontrola baregahê hatiye bidestxistin û nêzî 70 wezîfedarên ewlehîyê mirine.

Berî vê 2 rojan jî êrîşek jî dîsa ji teref Talîban ve li kampa leşkerî ya Gomaça navçeya Faryaba wîlayeta Efxanistanê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de jî zêdetirî 20 leşkeran miribûn.

Êrîşa xwekuj li navenda perwerdehîyê hat kirin: 25 mirî

Êrîşeke din jî li navenda perwerdehîyê ya ku nêzî Kabîla paytexta Efxanistanê ye hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de zarok jî di nav de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 35 kesan jî birîndar bûn.

Êrîş hêj ji teref tu kesî ve nehat girtin li ser xwe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.