Li Êlihê 459 kîlo esrar hat bidestxistin

Li Êlihê 459 kîlo esrar hat bidestxistin

Li Êlihê polêsan li kargeheke ku wek depoyê dihat bikaranîn operasyon li dar xistin. Di operasyonê de 459 kîlo esrar hat bidestxistin.

Li Êlihê li dijî kargehek wek depoyê dihat bikaranîn ji teref polêsan ve operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 459 kîlo û nîv esrar hat bidestxistin.

Ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajarê Êlihê ve derbarê operasyonê de agahî hat belavkirin. Di agahîyê de hat îfadekirin ku di kargeheke ku wek depoyê dihat bikaranîn de ji teref polêsan ve operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de deryê depoyê ji teref polêsan ve hat şikandin û lêgerîn hat kirin di encama lêgerînê de 459 kîlo û nîv esrar hat bidestxistin.

Hat îfadekirin ku kesekî bi bûyerê re têkildar hatîye binçavkirin. Kesê hat binçavkirin piştî muameleyên wî yên li Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajêr hat qedandin  re sewqî meqamên edlî hat kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.