Li Êlihê bi hezaran kes li dijî PKKê meşiyan

Li Êlihê bi hezaran kes li dijî PKKê meşiyan

ÊLIH - Li Êlihê bi hezaran kes li dijî PKKê meşiyan û ji lenetê ji PKKê re anîn.

Li Êlihê di serkêşiya partîyên siyasî û 50 STKyan de meşeke bi navê ‘Ji Terorê re Lenet, Ji Biratiyê re Dawet’ hat tertîpkirin.Bi hezaran kesên Êlihî yên ku beşdarî meşê bûn ji êrîşên bombeyî yên PKKê re bertek nîşan dan û lenetê jê re anîn.

Meş di seat 18.00an de li Xaçerêya Esentepê dest pê kir û heta devê Parka Ataturkê berdewam kir.Di dema meşê de bênavber tekbîr hatin avêtin û dirûşmê û siloganên mîna ‘Qehir bibe PKK, Ji bo zaliman bijî cehennem’ hatin avêtin.

 “Piştî FETO nobeda kaos û dezgahê PKK dewir standîye”

Piştî meşê ji teref Şefîk Sevîm ve daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.Sevîm di  daxuyaniya ku xwend de destnîşan kir bi van êrîşên ku tên kirin tê xwestin  hewaya şer li derdorê bidin hîskirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi van êrîşên ku li Diyarbekir, Wan, Qoser û Elezîzê hatin kirin tê xwestin hewaya şer li derdorê bidin hîskirin.Piştî wê wehşeta ku tê de 50 kes hatin kuştin tê fêmkirin ku nobeda tezgahkirina kaosê ji FETO dewrî PKK, DAIŞ û DHKPCê hatiye kirin.Kurd êdî pêwîst e ku bibînin tu hêla van êrîşên zelîl nîne ku mirov wan biparêze.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.