Li Êlihê êrîşên ku li Helebê tên kirin hatin tel’înkirin

Li Êlihê êrîşên ku li Helebê tên kirin hatin tel’înkirin

ÊLIH - Li Êlihê ji ber ku ji teref rejîm û Ûris ve êrîş li Helebê tê kirin û însan tên qetilkirin daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dêhn kişandin ser wehdetê.

Li Êlihê ji ber ku ji teref rejîm û Ûris ve êrîş li Helebê tê kirin û însan tên qetilkirin ji teref Cemîyeta Mustezefan û Platforma Maf û Azadiyan a Şaxa Êlihê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dêhn kişandin ser wehdetê û ev êrîş hatin şermezarkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARÊ Aydin Gok, Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulema Mela Enver Kiliçarslan û endamên STKyê beşdarê daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniyê Serokê Şaxa Êliyê yê Cemiyeta Mustezefan Davut Şahîn xwend. Şahîn dêhnê kişand ser wehdetê.

“Her roj li herêmeke cûda ji cîgera me perçekî tê jê kirin”

Şahîn diyar kir ku ew ji bo zulm û wehşeta ku li Sûrî pêk tê şermezar bikin li wir civîne. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li vê qadê çendîn caran hatine cemhev. Em ji bo Filîstîn, Misir, Sûrî û gelek beldeyên Îslamê yên din li vir civîn. Lewra wekê uzvên bedenekî li kû derê dinê dibe bila bibe divê ku em bi derdên birayên xwe re eleqedar bibin.”

“Zarok, pîrek û extiyarên belengaz ên ku di şerê de jî tu kes tevlê wan nabe û bi hezaran însan tên kuştin”

Şahîn wiha destnîşan kir: Em berê xwe bidin kû derê li her derê mixabin dê em bibînin yên tên tehqîrkirin, zulm li wan tên kirin Misliman in. Di van rojên dawî de ji ber ku qetlîamên li Heleba Sûrî zêdetir bûne hizn û şîna me zêdetir bûye. Lewra ji teref zalim û piyonên wan ve êrîşên ku nirxên însanî û exlaqî bin pê dikin tên kirin. Zarok, pîrek û extiyarên belengaz ên ku di şerê de jî tu kes tevlê wan nabe û bi hezaran însan tên kuştin”

“Kêr gihayê hestuyên Mislimanan”

Şahîn wiha pê de çû: “Rewşa Mislimanên Arakanê jî xedar e. Artêşa Myanmar û hikûmeta wê ev 30 sal e ku Mislimanên li Myanmara eyaleta Arakanê ji xwe re kirine hedef û tecawûzê Mislimanan dikin, wan qetil dikin, wan bi zorî didin koçkirin û wek komkujî wan dikujin. Rastî jî kêr gihayê hestuyên Mislimanan. Mafparêzgerên Însanan, Civakên navneteweyî û Xerb ji qetlîamên li Mislimanên Arakanê yên tên kirin re dengê xwe dernaxin. Ev jî dide nîşandan ku ew dûrû ne.”

Şahîn di dawiya daxuyaniyê de wiha ragihand: “Heta ku em wehdetê pêk neynin dê li gelek derên dinê birayên me bên qetilkirin û teawûzê xuşkên me werin kirin. Umeta îslamê bes dema ku di bin sîwana Qur’an û sinetê de werin cemhev û bibin yek dê ji êvê mezlûmiyet û belengaziyê xelas bibin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.