Li Êlihê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkarî hat kirin

Li Êlihê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkarî hat kirin

ÊLIH - Bankaya Xurek a Umut Kapisiya Êlihê di sala 2016an de li Êlihê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkarî kir.

Bankaya Xurek a Umut Kapisiya ku girêdayê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umudê ye ji bi hezaran malbatî re alîkarî kir. Di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de Arîkarê Serokê Giştî yê Bankaya Xurek a Umut Kapisiya Êlihê Îzzet Ekîncî rapora fealiyetan a sala 2016an bi raya giştî re parve kir.

Ekîncî di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de da de destnîşan kir di sala 2016an de di bihaya 804 hezar TLyê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkarî hat kirin. Ekîncî di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Umud –Der ji roja ku hatiye damizrandin ve bi berpirsiyariya civakî ji bo civakê fealiyetên xwe bi rê ve dibe. Armanca me riza Xweda ye. Di sala 2016an de tevde 12 hezar malbat ji bo alîkariyê serî li komeleya me da. Em wek Umud-Derê di sala 2016an de di bihaya 804 hezar TLyê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkariyên cûrbecûr kir.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.