Li Êlihê otomobîl û qamyon li hev qelibîn: 4 birîndar
Li Êlihê otomobîl û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Êlih-Heskîfê otomobîl û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza di wextên şeveqê de li ser 12emîn kîlometreya Rêbeja Êlih-Heskîfê pêk hat. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.