Li Êlihê PKKyîyek hat kuştin
Li Qabilcewza Êlihê di operasyona ku hat lidarxistin de PKKyîyek hat kuştin
Hat ragihandin li Qabilcewza Êlihê bi balafirên çekdar ên bê însan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyona ku hat lidarxistin de PKKyîyek hat kuştin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî ku kesê PKKyî hat tespîtkirin re yekîneyên cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama pevçûna ku di navbera cendirmeyan û kesê PKKyî derket kesê PKKyî hat kuştin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Êlihê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di 21ê Adarê di derdora seat 23.03an de li Qabilcewza Êlihê di pevçûna ku derket de kesekî PKKyî hat kuştin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.