Li Êlihê polêsan girtin ser malên ku rojane tên demankirin

Li Êlihê polêsan girtin ser malên ku rojane tên demankirin

Li Êlihê polêsan girt ser malên ku bûne wek hêlîna fuhş û tiryakê yên rojane tên demankirin. Di çarçoveya serdegirtinê de 47 mal hatin qontrolkirin û ji 29 kesên ku malên xwe deman dabûn jî bi tevahî 10 hezar û 382 lîre ciza dan wan.

Li dijî malên ku bûne wek hêlîna fuhş û tiryakê yên ku rojane tên demankirin Serokatiya Cemiyeta Mustezafan ya Şaxa Êlihê bi sernava “Malên rojane malbatê tehdît dikin” daxuyaniyek dabû û ÎLKHAyê jî ev kiribû xeber û anîbû rojevê, li ser vê yekê li dijî malên ku bûne wek hêlîna fûhûş û tiryakê operasyon hat lidarxistin. 

Li gor daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya bajarê Êlihê ve hat dayîn de li dijî malên rojane yên ku deman dihat kirin serdegirtin hatiye kirin û di encama serdegirtinan de 47 mal hatine qontrolkirin û ji 29 kesên ku malên xwe deman dabûn re jî bi tevahî 10 hezar û 382 lîre ciza hat dayîn.

Emniyetê di daxuyaniyê de îfade kir ku: “Di rezîdans, daîre û stûdyoyên rojana tên deman kirin yên berpirsiyariya xwe ya zagonî neaniye bi cih yên ku berî niha hatibûn tesbîtkirin ji teref  Ekîbên Asayîşê yên Midûrtiya Ewlehiyê ve operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonan de di 47 malan de lêkolîn û qontrol hatin kirin û ji 29 kesên ku malên xwe deman dabûn re jî bi tevahî 10 hezar û 382 lîre ciza hat dayîn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.