1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Êlihê qezaya trafîkê: 5 mirî 10 birîndar
Li Êlihê qezaya trafîkê: 5 mirî 10 birîndar

Li Êlihê qezaya trafîkê: 5 mirî 10 birîndar

Di qezaya ku li Êlihê pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Otomobîl û qamyonetek li ser Rêbeja Êlih û Sêrtê li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza doh êvarî derdora seat 21.00an de li ser Rêbeja ÊLih-Sêrtê li nêzî gundê Kosetarla pêk hat hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  otomobîl û qamyonetek li ser Rêbeja Êlih û Sêrtê li nêzî gundê Kosetarla li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesên bi navê Agîd Turhan (26), Hîcran (30), Mustafa (5) û Turan Gornu û Helîn Taniş  jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr û rewşa exlebeyê wan giran e.(ÎLKHA)










 

Bu haber toplam 372 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.