Li Emrîka melayê mizgeftê hat qetilkirin

Li Emrîka melayê mizgeftê hat qetilkirin

WASHÎNGTON - Li bajêra New Yorka Emrîka melayek piştî ku nimêja nîvro da kirin re dema ku diçu mala xwe digel hevalê xwe hat qetilkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin melayê bi navê Maulama Akonjeeyê ku li mescîda Al-Furqan Jamê melatî dikir, piştî ku nimêja nîvro da kirin re xwest biçe mala  xwe.Mela dema ku digel hevalê xwe dikir biçe mala xwe rasta êrîşa çekdarî hat.Di êrîşa ku hat kirin de mela bi berika ku îsabetî serî wî kir hat qetilkirin û hevalê wî yê bi navê Thara Uddîn jî birîndar bû.Uddînê ku di êrîşê de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Mudavîmên camiyê û mislimanên ku li wê derdorê dijîn piştî ku bûyerê bihîstin ji bo ji êrîşê re bertek nîşan bidin li ber mizgeftê civiyan.(ÎLKHA)

 







 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.