Li Endonezyayê hejmara mirîyan derket 460î

Li Endonezyayê hejmara mirîyan derket 460î

Hat ragihandin hejmara kesên di erdheja ku berî vê du heftîyan li Girava Lomboka Endonezyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 460î.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Ajansa Birêveberîya Afetê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Berdevk Nugroho, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha ji ber erdheja ku qewimî 460 kes jiyana xwe ji dest dan  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber erdehejê 67 hezar 875 mal, 468 mekteb, 15 camî, 50 mizgeft, 3 nexweşxane, 10 klinîk û 20 avahîyên dezgehan zirar dîtin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler